Li qereqola Mermerê bi dehan leşker mirin
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, qemyonek bombe barkirî, li nava qereqola leşkerên tîmên taybet lê bûn, hat teqandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, qemyonek bombe barkirî, li nava qereqola leşkerên tîmên taybet lê bûn, hat teqandin.
Di çalakiya duh bi şev a li hemberî qereqola Mermerê ya li ser rêya Amed-Lice-Çewlikê de, tê gotin bi dehan leşker mirine.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, qemyonek bombe barkirî, li nava qereqola leşkerên tîmên taybet lê bûn, hat teqandin.
Piştî teqînê, bi qasî nîv saetê bi çekên giran bênavber gule li qereqolê hatin reşandin. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku di çalakiyê de 3 leşker mirine, 24 leşker jî birîndar bûne. Lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran gelekî zêde ne.
Şewata piştî çalakiyê li qereqolê derket, di encama hewldana nîv saetê ya arkujan de hat vemirandin. Hat ragihandin, leşkerên mirî û birîndar bi saetan di binê xirbeyê qereqolê de man.
HPG'ê heta niha li ser mijarê daxuyanî nedaye. Lê belê tê gotin, hejmara leşkerên tîmên taybet ên li qereqolê hatine kuştin, ji 30 zêdetir e.
Dora qereqolê niha bi branda hatiye girtin. Rêya Amed-Çewlikê jî li çûn û hatinê hatiye girtin.