Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku gelê Kurd di Newroza 2016’an de da xuyakirin, ku komkujiya wan, zexta AKP û Erdogan her çi be jî gelê Kurd gav paşde navêje û wiha got: “Em bi serokatiya xwe û hereketa xwe, bi nirxên xwe û azadiya xwe ve girêdayî ne. Çi komkujî û zext hebe jî heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û gav paşde navêjin. Tang û topên we jî hebe, hûn bi sedan û bi hezaran gelê me şehîd bikin û komkujî hebe jî lê azadî di ser her tiştî re ye. Diyar kir em ê li ber xwe bidin û bi vî ruhî dîsa Newroz pîroz kir.” Ok, li ser bila dewlet biçe cem Serokatiyê û çareseriyek pêk bê diyar kir ku ew bi têkoşîna xwe dewletê mecbûr bikin ku biçe Rêber Apo xwedî wate ye û wiha got: “Em bênavber vê têkoşîn û berxwedanê hîn jî bilindtir bikin û dijwar pêş bixin. AKP û Erdogan bizanibe ku derveyî qebûlkirina mafên gelê kurd yanî azadiya gelê kurd, azadiya Rêber Apo çareyek din tine. Di vê de îkna bibe û vê rastiyê bibîne. Ji bo vê biçe cem Serokatiyê vê meseleyê çareser bike, wisa dibe.”
Ok li ser seferberiya Erdogan jî wisa got: “Esas bangawaziya me ji gelê me re ji bo seferberiyê heye. Ya pîroz û rûmet ev e. Ji bo azadî, mirovahî, nirxên mirovahiyê em bêjin gelê me û gelê şoreşger û kesên rewşenbîr, akademisyen rabin ser piyan. Seferberî esas ji bo me pêwîst e.” Ok li ser teqîna li Brukselê got ku yê mesaja vê teqînê da Erdogan bû yê ku mesaj girt û pêkanî jî DAÎŞ bû. Ok, ji bo Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî got ku ji bo Sûriye ji aloziyê derkeve û ji bo gelan modelek çareseriyê ye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk TV de Newroza 2016’an û der barê sûcên mirovahiyê yên Erdogan dikin, gelê kurd çawa xwedî li îradeya xwe derkeve, teqîna li Brukselê, Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de pirsên rojnameger M.Emîn Yildirim bersivand.
Gelê Kurd Newroza 2016’an bi coş pîroz kir û bi îradeyek mezin lê xwedî derket. Ligel zext, zordarî û qedexekirin hebû jî Newroza xwe pîroz kir. Peyama Newrozê çi bû? Mirov Newroza 2016’an dikare çawa binirxîne?
Di serî de li hemberî bîranîna şehîdên şoreşê yên Newrozê bejna xwe ditewînim. Newroza Rêber Apo, gelê kurd, gelê azadîxwaz û xwedî têkoşîn pîroz dikim. Bêguman di dîroka hereketa me de her Newroz wateyek xwe heye. Her Newroz bi ruhekî qehrementî, azadî û berxwedan weke rojeke têkoşînê hatiye pîrozkirin. Di têkoşîna me de weke rojeke nû ye. Gelê kurd hertim wisa lê xwedî derketiye û pîroz kiriye. Ev muhîm e. Îsal jî wisa bû. Îsal hîn jî muhîm bû. Dewleta AKP’ê ji zûde li ser gelê kurd komkujiyekê pêk tîne. Taybet li Sûrê, Cizîrê, Silopiya. Siyaset û planên AKP’ê çi bû? Piştî van qirkirinan gelê kurd ew ê nikaribe Newrozê pîroz bike. Ew ê serê xwe ji wan re bitewîne, li gorî xwestekên xwe yên azadîxwaz, li gorî pêvajoyê siyaseta HDP û PKK’ê ew ê nikaribe bicive, ranebe ser piyan û neherike qadan. Yanî ev Newroz ji bo wan weke noqteyek be. Digotin ev operasyon û komkujî encam girt, ji vir şûnde îradeya gelê kurd hate şikandin. Birastî wisa hesab kirin û bi wî şeklî hatin ser gelê kurd. Lê hesabê wan şaş derket, encam negirt û vala derket. A muhîm çi bû? Esas di vê Newrozê de gelê kurd pirr rîsk dan berçavan. Mesele weke her sal em ê biçin Newrozê bi govend, bi kilam, bi şahî pîroz bikin. Tenê wisa na. Girtin, kuştin, komkujî her tişt da berçavan û daket qadên Newrozê. Ya girîng ev e. Dewleta Tirkiyeyê vê dibîne tabî. Gelê me li hemû deran, hîç qedexekirina AKP’ê neda berçavan, ji xwe re esas negirtin. Bi ruhekî berxwedanê û azadîxwaziyê di asta herî jor de û radîkal diyar kir, Newroz pîroz kir û lê xwedî derket. Em dikarin vê bêjin. Ev berxwedana Cizîrê, hevserokê Meclisa Cizîrê Mehmet Tunç û gelek hevalên din bû. Dîsa berxwedana li Sûrê ya bênavber zêdetirî 3 mehan ew ê bêbersiv nema. AKP mêze kir, ev didome û dewam dike. We dît, beriya Newrozê navçeya Rezan qedexe kiribûn, qad girtibûn ku dernekevin derve. Lê li wir jî gelê me li ber xwe da. Li encamê mêze kirin bi qedexekirinê ew ê rîskek derkeve, îhtimal heye ku gelê me hîn radîkal rabe serhildanan, bi ruhekî hîn cudatir di astê hîn jor de dijwar Newrozê pîroz bike. Weke siyasetekê xwest derî veke û weke rîsk û serhildanên hîn radîkal gel rabe ser piyan neda berçavan. Gelê me jî jixwe ev qedexeya wan qebûl nekir. Dewlet mecbûr ma rê vekir, ev weke serkeftina gelê me bû. Taybet li Amedê û herikîn qadên Newrozê û Newroz pîroz kirin. Ev mesaj çi bû? Komkujiya wan, zexta AKP û Erdogan her çi be jî gelê kurd gav paşde navêje. Em bi serokatiya xwe û hereketa xwe, bi nirxên xwe û azadiya xwe ve girêdayî ne. Çi komkujî û zext hebe jî heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û gav paşde navêjin. Ev muhîm bû. Ligel vê siyaseta AKP’ê ew bû ku gelê kurd serê xwe bitewîne û li şûna xwe rûnê, deng dernexe û necive. Lê gelê kurd ev vala derxist. Ev mesaj dan; tang û topên we jî hebe, hûn bi sedan û bi hezaran gelê me şehîd bikin û komkujî hebe jî lê azadî di ser her tiştî re ye. Diyar kir em ê li ber xwe bidin û bi vî ruhî dîsa Newroz pîroz kir. Ev jî bêguman zaf muhîm bû. Ya sisêyan bênavber û bi mehan berxwedan berdewam dike. Biryar ew e ku bi pîrozkirina Newrozê ev berxwedan ew ê dewam bike. Ev jî weke helwestek bû, di Newrozê de û ji Newrozê şûnde jî. Ev têkoşîn ew ê dewam bike. Bi giştî helwestek bû. Girêdayîna bi Serokatiyê û li hemberî AKP’ê bi ruhekî berxwedanê helwestek muhîm e. Azadiya gelê kurd, azadiya Rêber Apo, demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re esas girtin, şert û zirûf her çi bin jî di Newrozê de israr kirin, di xeta Mehmet Tunçan de israr kirin esas bû. Ji bo vê ew hêviyên AKP’ê vala derxistin. Hesabê wan vala hat derxistin. Newroz li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat hat pîrozkirin. Mesele li Rojava dengê Newroz û pîrozbahiya Rojava, li Miştenûr û Kobanê diçû Bakur, dîsa li Dirbêsiyê, Dêrik û Qamişlo gelê me rabû ser piyan. Bi coş û şahiyek mezin, bi îradeyek mezin dihat pîrozkirin. Deng Rojava diçû Bakur, dengê Bakur jî dihat Rojava. Weke yek îrade, yek xwestek, yek ruh. Heqeten berxwedan û pîrozbahiyek muhîm bû. Dîsa li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê gel rabû ser piyan. Dîsa li ser azadiya Rêber Apo. Her çiqas cuda cuda li parçeyên Kurdistanê be jî îrade bûn yek. Helwest bû yek, ruh bû yek. Li derveyî welat jî dîsa hemû bersiva AKP’ê bû. Yanî li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi milyonan, bi sed hezaran gelê kurd rabû ser piyan pîroz kir. Ev helwestek pîroz bû. Ji bo vê muhîm bû.
TÊKOŞÎN EW Ê HÎN BIRÊXISTINKIRÎ BERDEWAM BIKE
We behs kir gel kuştin da ber çavan xwe. Mirov dikare bêje bi salên 90’î jî heman şeklî milet herikî qadan. Di wan salan de jî milet herikî qadan…
Bêguman, mesele ez bawerim weke fînala pîrozbahiya Newrozê li Cizîrê ew ê bê pîrozkirin. Dîsa dewleta AKP’ê ew ê qedexe bike. Te dît hîn bêhna barûd û xwînê li wê derê ye. Ruhê Mehmet Tûnçan li wê derê hîn zindî ye, ew ê hertim zindî be. Sala 1992 û wan salan jî dîsa bi komkujî, bi tang û topan gelê me yê Cizîrê hat qetilkirin û di bin zexteke mezin de bû. Lê gelê me yê li Cizîrê û Botan serê xwe netewand û li ber xwe da. Esas ruhê Newrozê wisa ye. Li zindanê û çiya wisa ye. Li hemû Kurdistanê wisa ye. Tabî ku li hemberî hemû astengî û zextan wan. Gelê me herikî û bendê wan dan aliyekî. Herhalde ew ê dîsa qedexe bikin ku li Cizîrê neyê pîrozkirin. Gelê me jî xwedî biryar e ku Newrozê pîroz bike. Lê bi tang, top û bi deh hezaran leşkerên xwe û artêşa xwe bîne wê derê. Ew jî têkoşînek cuda ye. Muhîm îrade zindî ye, xurt e û gelê me serê xwe natewîne. Ev bi ruhê Newrozê ve girêdayî ye. Li ser vî bingehî têkoşîna me ya 2016’an hîn rêxistinkirî, hîn bi baweriyek xurt, bi hêzek mezin, bi îradeyek mezin ew ê dewam bike.
BÊNAVBER TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ EM Ê BILIND BIKIN
Di van çend rojên dawîn de taybet jî bi Newrozê re hinek kes dibêjin bila dewlet biçe cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyek pêk bê. Di van şertan de gelo mimkûn e
çareseriyek pêk bê?
Beriya wê ez vê wisa dinirxînim. Dewleta Tirkiyeyê berê jî pirr caran bi Rêber Apo re hevdîtin çêkirin. Bêguman ev encama têkoşîna me bû. Rola Rêber Apo bû. Niha ewqas çûnûhatin çêbû ligel Rêber Apo, encam dewleta Tirkiye, AKP û zihniyeta Erdogan xwe neda ber çareseriyê. Bi berpirsyariyek wisa hereket nekir, berovajî wê weke biryara şer û tinekirinê da. Îro jî hewl dide vê pêk bîne. Ez van axaftinan tam di cih de nabînim. Dewleta Tirkiyeyê ne bi pêşniyarên me, bi encama têkoşîna me weke mecbûr bimîne biçe cem Serokatiyê wateyek wê heye bêguman. Lê biçe cem Serokatiyê agirbest bike, biçe cem Serokatiya hema di hundirê hefteyekê de hin tişt bêne çareserkirin. Em dîroka beriya vê mêze dikin rastî ne wisa ye. Çûn cem Serokatiyê û hevdîtin çêbûn. Rêber Apo pirr girîngiyek da û xwest civak, civaka Tirkiyeyê amade bibe, heta di dewleta Tirkiyeyê de psîkolojiyek wisa çêbibe. Lê AKP’ê xwe neda ber vê, encam hazirtiya şer kirin û bi şer dewam kirin. A muhîm çi ye? Em bênavber vê têkoşîn û berxwedanê hîn jî bilindtir bikin û dijwar pêş bixin. AKP û Erdogan bizanibe ku derveyî qebûlkirina mafên gelê kurd yanî azadiya gelê kurd, azadiya Rêber Apo çareyek din tine. Di vê de îkna bibe û vê rastiyê bibîne. Ji bo vê biçe cem Serokatiyê vê meseleyê çareser bike, wisa dibe. Lê tenê ji bo agirbestê, tu wateya wê zêde ew ê nebe. Bêguman biryara vê hevdîtinê hebe, ew ê nebe Rêber Apo ew ê bi xwe biryarê bide. Lê li gorî em dişopînin û dizanin, rewşa AKP û nêzîkbûna AKP’ê pêvajoya ku tê jiyîn tu sedem û pêwîstî nayê dîtin ku biçin cem Serokatiyê û di hundirê hefteyekê de jî ev mesele bê çareserkirin. Yek jî mesele ne meseleya agirbestê ye. Heta niha 11 caran zêdetir agirbest jixwe pêk hatiye. Her tim jî dewleta Tirkiyeyê û taybet jî di dîroka AKP’ê de desthilatdariya AKP’ê de ev agirbest vala derxistine. Eger ew ê xwedî perspektîfek çaresiyê be, ji bo mafê gelê kurd û azadiya gelê kurd, statuya gelê kurd qebûl bike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê razî bibe. Perspektifek û îradeyek wisa hebe, dikare ji gelê kurd û Tirkiyeyê re eşkere bike vê îradeya xwe.
HETA DAWIYÊ ÇI PÊWÎST BE EM Ê BIKIN
Bêguman rêya çareseriyê hevdîtin û muzakere ye. Zû-dereng ew ê bi vî şeklî bê çareserkirin. Lê em zihniyeta AKP’ê mêze dikin, îro ji vê re ne vekiriye. Berovajî wê girtiye, hîn jî hemû derfetên xwe bi kar tîne. Em ê çawa vê hereketê tasfiye, tine bikin. Em ê çawa îradeya gelê kurd bişkînin. Tenê ne li Bakur jî. Em ê çawa li ku dera Kurdistanê weke mînak li Rojava jî îradeyek serbixwe heye, vê îradeyê jî bişkînin. Ev siyaset û zihniyeta li ser tinekirina gelê kurd eger neyê redkirin, vê nede aliyekî heqeten li gorî çareserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelê kurd nefikire û ne amade be tu wateya wê tine û tu derfetên wê tine. Bi kurtasî ez vê dibêjim em rastiyê bibînin. Hîn duh Davutoglu diaxivî dîsa halanên xwe da. Em li hemberî PKK’ê û têkoşîna gelê kurd natirsin, em xwedî cesaret in, nizanim wisa wisa ne. Heta dawiyê em ê têbikoşîn, operasyon bikin, çi pêwîst e em ê bikin. Mesaj diyar e li ber çavan e. Gelê kurd jû bêguman ew ê xwe biparêze û têkoşîna xwe hîn bilind bike. Hîn berfireh û piralî pêş bixîne. Di vê rewşê de weke çûna gel Serokatiyê zeminê vê tine. Dubare dikim ev têkoşîna me ew ê hîn pêş bikeve, AKP îkna bibe û bizanibe derveyî muzakere û çûna gel Rêber Apo çare nîne, di vê de îkna bibe dibe. Lê weke berê agirbest bikin, dîsa xwe bixapînin, civakê bixapînin, hazirtiya şer di bin de di bin de bikin, tu encamê van heta niha derneketin û bê wate man. Îro jî tu pêwîstiyên wê tine. Riya çareseriyê ew e ku AKP, Erdogan dest ji vê zihniyeta faşîzan ku li dijî gelê kurd berde û eşkere îradeya xwe diyar bike. Wê wextê rewşek cuda mirov dikare bigire dest.
ESAS DIVÊ EM BANGA SEFERBERIYÊ BIKIN
We got AKP û Erdogan li hemberî gelê kurd hemû derfetan bi kar tîne. Di heman demê de di roja Newrozê de serokomar Erdogan ji bo gelê tirk banga seferberiyê kir. Ev seferberî tê çi wateyê?
Ev mesajek e. Mesele di serî de ji bo tevger û hereketa me mesajek e, ji bo Rêber Apo mesajek e, ji bo gelê kurd mesajek e, ji bo şoreşgerên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên Tirkiye, akademisyen, rewşenbîrên Tirkiyeyê mesajek e. Ev mesaj çi ye? Yanî weke şerê rizgariyê, ruhê Osmanî û Melazgir. Yanî çi were pêşiya me, em ê tine bikin. Hemû civak bibe yek em ê wan tine bikin. Xîtabî çi dike? Şovenîzama civaka Tirkiyeyê dike, damara şovenîzmê rake ser piyan, rojeva wan a rast û hemûyan biguherîne û berê wan bide gelê kurd, tevgera me û şoreşgerên Tirkiyeyê. Ma Hîtler jî wisa ne dikir, mesele civaka alman wisa ye, vaye damara alman wisa ye û di ser her kesî de ye. Wisa motîve dikir, bi milyonan û bi deh milyonan li dû Hîtler dimeşiyan. Niha jî Erdogan wisa dike, ruhê Osmanî, ruhê nizanim çi em siyaseta kurd tine bikin, HDP tine bikin, kî serê xwe rake tine bikin. PKK’ê tine bikin. Heqeten ev beriya her tiştî faşîzmek ku nikare veşêre û ser binixumîne. Ya din eger ruhê Melazgirê ew ê bê şîrovekirin rastî ev e ku Melazgir bi alîkarî û têkoşîna gelê kurd û tirk bi hev re encam girtin. Îro vê rastiyê bide aliyekî û bi vî ruhê şovenîzma civaka tirk rake ser piyan weke civakan bîne hemberî hev, qirkirina gelê kurd ji xwe re hedef bigire. Ev derveyî faşîzmê ne tiştekî din e. Muhîm çi ye. Herî jor Erdogan xwe weke xwediyê dewletê bi nav dike. Dibêje bangawaziya min ji bo seferberiyê heye. Ev çi seferberî ye ji aliyê aborî ew ê civaka tirk rake ser piyan, ji aliyê demokratîkbûnê ve ew ê Tirkiye gaveke dîrokî bavêje. Yan jî ji aliyê çand û siyasetê Tirkiye ew ê gaveke dîrokî bavêje. Na. Ev seferberiya çi ye? Şer û faşîzmê û weke damara şovenîst rake ser piyan were ser gelê kurd û tevgera azadiyê. Mesaja Erdogan wisa vekirî ye. Baş e gelê me yê xwedî têkoşîn û azadîxwaz ji vê mesajê çi derxin. Ev jî diyar e, em bêjin ku esas bangawaziya me ji gelê me re ji bo seferberiyê heye. Ya pîroz û rûmet ev e. Ji bo azadî, mirovahî, nirxên mirovahiyê em bêjin gelê me û gelê şoreşger û kesên rewşenbîr, akademisyen rabin ser piyan. Seferberî esas ji bo me pêwîst e. Jixwe ew desthilatdar in, şovenîzmê bi hêza xwe bi kar tîne. Dibêje tu rê û rêbaz ji bo we tine. Yan hûn ê teslîm bibin yan jî ez ê bi hemû hêza xwe bi vê damara şovenîzmê bêm ser we. Li hemberî vê pêwîst e gelê me, hemû kesên xwedî têkoşîn û li dijî desthilatdariya AKP û dewleta dagirker a Tirkiyeyê ew bi ruhekî seferber rabin ser piyan. Nakokî ewqas tûj in, helwest ewqas vekirî ne û li gorî vê rastiyê hîn jî mirov bêje yanî bê gotin ji aliyê AKP’ê ve mesele agirbest, çareserî heye yan jî tine ev xwe xapandine. Zihniyet û niyeta Erdogan û AKP’ê nedîtin û nenaskirine. Ew bi xwe rê didin pêşiya me û dibêjin riya we tenê riya serhildan, seferberî û berxwedanê ye. Derveyî vê em ji we re rê nahêlin, me girtiye. Rastî jî ev e. Em jî li ser vî esasî heqeten xwe bi rêxistin bikin ew ruhê berxwedana Cizîrê, Sûr, Silopiya û bi giştî gelê me bi vî ruhî rabe ser piyan. Yek jî ev muhîm e. Heqeten çi dinya li ser serê Erdogan xerab bûye ku seferberî dixwaze. Yanî nirxandin û watedayîna wî çi ye. Weke Şerê Rizgariyê digire dest, dêmek wisa tengav bûye. Ji çi ditirse. Ji desthilatdariya xwe ditirse ku ji dest biçe. Xeter dibîne rewşa xwe. Di zehmetiyê de ye û aloziyê dijî, xwe di bin zextek mezin de dibîne. Ev zext çi ye? Bêguman berxwedana gelê me ye. Gelê me rabûye ser piyan, gav paşde navêje, ma ev hîç mimkûn e. Hemû serhildan di hundirê 2-3 mehan de hatine tinekirin, lê Sûrê gelê me li ser piyan e bênavber, herî dawîn di Newrozê de îradeyek hate dîtin. Erdogan ji vê ditirse. Bi tang, top û panzêran û her wiha tê gotin çekên kîmyewî bi kar anîne yanî bi her şêwazî tê ser me, lê nikare encam bigire. Har dibe û dibêje seferberî. Yanî çi di destê wî de hebe ew ê her tiştî bi kar bîne. Dîsa jî encam nagire. Yek ew aloziyê dijî û ketiye rewşeke çawa, bêçare maye mirov wisa bigire dest û rastî ev e. Ya dudo, ji helwesta wan em jî mesaj derxin hîn pirtir bi ruhekî seferberî em rabin ser piyan û bênavber. Têkoşîn dewam bikin û encam bigirin. Derfet hene, rê ji vê re vekiriye. Derveyî fikirandin, nîqaş ne rast e. Ji rojevê derketin e.
HEREKETA ME BIRYARA BIR HER AWAYÎ ŞER PÊŞ BIXÎNE DAYE
Bi biharê re û ji daxuyaniyên tê dayîn xuya dike ku şer û pevçûn ew ê dijwar be. Li gorî vê yekê hûn pêşeroja Bakur û Tirkiyeyê çawa dibînin?
Rewş li berçavan e. Eger Erdogan û AKP behsa seferberiyê bike û her roj ji devê wan jehr dibare. Ji me re jî berxwedan dimîne û ev têkoşîn bênavber û bilindkirin dimîne. Diyar e ku ev pêvajo bi destpêka biharê û ji vir şûnde hîn berfireh di asteke jor de ew ê dewam bike. Biryar hatiye dayîn, AKP dubare dubare dibêje me biryar daye her tim vê parve dike û eşkere dibêje. Hereketa me jî biryar daye em jî heta dawiyê li ber xwe bidin û encamê bigirin. Em di wê baweriyê de ne. AKP bila xwe nexapîne. Erdogan weke seferberî, nizanim bi destûra xwedê em ê bi ser bikevin, pêş bikevin. Navê xwedê bi kar tîne dixwaze dîsa civakê bixapîne. Lê pirr kes weke Erdogan axivî ne. Pirr kes xwedî helwest bûn, lê kesekî encam negirt. Erdogan bêguman ew ê encamê negire, îro tengav e esas. Ev pêvajo wisa dewam bike. Ew ê bê dîtin ku AKP heta kengî dikare li ber xwe bide. Gelê me çil salan li ber xwe daye. Lê desthilatdarî û tu partiyên Tirkiyeyê ewqasî li ber xwe nedane li ber me. Hemû tasfiye bûne. Erdogan jî AKP jî ber bi vê diçe. Derveyî tasfiyebûnê rê ji wan re nemaye. Harbûna wan ji vir tê. Ev pêvajo bi îradeya Newrozê û gelê me biryara têkoşînê daye. Jixwe hereketa me biryara têkoşînê û şer bi her awayî hin jî pêş bikeve bilind bibe daye. Pêvajoyek dijwar e û rûmet e ji bo me. Berxwedan rûmet e tabî û li hemberî ev şerê qirêj ê AKP ev têkoşîn bê dayîn. Lê em hêvî dikin, bawer dikin sala 2016’an AKP ber bi tinebûnê ve biçe. Gelê me jî ber bi azadî û statuya xwe pêk bîne biçe. Ev sal ji bo me girîng e û saleke têkoşînê ye.
ESAS BANGA ME JI BO MIROVAHIYÊ HEYE
Li bajarên Kurdistanê ji aliyê AKP’ê sûcê şer tê kirin. Ji bo vê yekê banga we ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û heta ji Amerîkayê re çi ye?
Banga me ew ê çi be? Eger ew jî dibêjin çandek me demokrasî heye, qanûn û nîzamên me hene, exlaqekî siyaset û demokrasî heye beriya her tiştî ji vê re rêzê diyar bikin û li gorî wê hereket bikin. Lê li Kurdistanê heqeten weke Helebê weke bajarê Sûriye û Rojava weke Kobanê ji Bakur tu cudatî tine ye. Li vir jî tang, top, teyare, li Bakur jî tang, top û teyare heye. Li vir jî zarok û jin tên tinekirin, hîn jî bêtir li Bakur têne tinekirin. Bedenê jinan li qadan tê kişandin, jinên ducanî têne qetilkirin. Zarok tên şehîdkirin. Ev hemû li ber çavên mirovahiyê, li ber çavên Yekitiya Ewropayê, Amerîka tê kirin. Mesela hereketa me şermezar kir li Stenbolê sivîlanjiyana xwe ji dest da, di teqîna DAÎŞ’ê de. Bêguman ew ê bê şermezarkirin jî. Ji bo vê Ewropa rabû ser piyan. Li ser hevdû mesaj dan, ev pêwîst bû jî. Lê heman Ewropa û Amerîka li Cizîrê ewqas însan hatin şewitandin. Bi testa DNA’yê jî nikarîbû nasnameya wan derxe, hovîtiyek wisa heye. Bi sedan mirov hatin qetilkirin. Derveyî exlaqê şer, şêwazê komkujiyê sûcê mirovahiyê li ser Kurdistanê pêk hat. Mesele eynî Ewropa, Yekitiya Ewropê, mafên mirovan, saziyên sivîl taybet hêzên navneteweyî, Amerîka ma van rojan naşopînin û nabînin. Dibînin, lê bêdeng in. Ev bêdengî, bi şêwazekî xizmeta vî sûcî dikin. Ji bo berjewendiyên xwe tiştên li ser navê mirovahiyê naxwazin bibînin. Nawazin nas bikin, heta weke encam li hemberî vê berpirsyariya xwe nabînin. Tabî ev tişt nayê qebûlkirin. Ev cotstandartî ye. Gelê me vê dibîne û dizane. Gelê kurd gelekî polîtîk e. Li dinyayê, Ewropayê çi diqewime, kîjan dewlet xwedî çi helwest e, şîrove dike û wateyekê dide. Ev hemû dibîne û li ber çavên gelê me tê jiyîn. Beriya her tiştî mirov çi bêje, ji vê durûtiyê ji vê cotstandartiyê dûr bikevin. Mesele ma ne pêwîst e Yekitiya Ewropayê hinek heyet û komîsyon bişîne Sûr û Cizîrê. Li vê derê çi komkujî hat jiyîn, çawa hat talankirin, werankirin, ew bajar çawa hat tinekirin û xerabkirin. Ma ne pêwîst e heyet bişopîne, lê mêze bike, rapor derxe, binirxîne û tiştekî bêje. Bangawaziyek Rûsya hebû muhîm bû, lê wan jî weke seranser gotin. Lê gotin, pêwîst e li Sûrê û Cizîrê çi hat jiyandin bê lêkolînkirin. Yekitiya Ewropayê dikare vana bike lê nake, berjewendiyên xwe ji bo ku ew koçberiya Sûriyeyê, vê pêla koçberiyê li Ewropa nexe, koçber neçin Ewropa û Tirkiye bi vê bidin razîkirin. Çavên xwe ji van hemû sûcên mirovahiyê re digirin. Nikarin li ser dewleta Tirkiyeyê tiştekî bêjin. Halbûkî dewleta Tirkiyeyê heta qirika xwe ketiye nava sûc, komkujî ye. Eşkere ye û li ber çavan e, lê tiştekî nabêjin. Bangawaziya me esas ji dewletan pirtir tabî ev ji cotstandartiyê û durûtiyê derkevin, ji mirovahiyê re ye esas. Mirovahiî, gelê Ewropayê, gelê Amerîka ye, saziyên sivîl vana heyetan derxin, bibînin, bişopînin, lêkolîn bikin. Heqeten sûcê dewleta Tirkiyeyê bibînin û eşkere bikin. Li hemberî vê jî beriya her tiştî em ji heqîqeta xwe bawer bin. Têkoşînek, xebatek pîroz û rûmet pêş dixin. Em ji vê bawer in. Ji hêza xwe û ya gelê xwe bawer bin. Lê di heman demê de bangawaziya me ew ê ku vê rastiya li Kurdistanê tê jiyîn bibîne û xwedî helwest be.
YA RAST HER DER BIBE ŞIRNEX Û GEVER
Li ser hin bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê qedexe hene. Gelê kurd ji bo van qedexeyan li ser bajar û navçeyan rake, berê xwe dide van bajar û bajarokên qedexekirî. Lê hêzên dewletê destûrê nade ku cihên qedexe lê hatiye îlankirin. Gelê kurd dikare rê û rêbazeke çawa bibîne ku ev qedexe rabe?
Eger gelek xwedî îrade ye, weke têkoşîn îradeya wê daye, îradeya berxwedanê daye, li ber xwe dide ew ê rê û rêbazê wê bibîne. Hinek bajar û navçeyên li bakurê Kurdistanê hatine qedexekirin. Derdorên van bajaran gelê me hewl dide bimeşe, heta wan bajaran biçe ku vê zextê rake. Ev jî têkoşînek û rêbazek e. Lê ev zêde encam nagire. Ji wê pirtir mirov wisa bigire dest hîn rast e. Mînak em bêjin îro Şirnex û Gever hatiye qedexekirin, çûn û hatina bajar girtî ye. Milet nikare derkevin qadan, dewletê qedexe kiriye. Yê ku bixwazin biçin Şirnex û Geverê bila li bajar û navçeyên xwe li ber xwe bidin. Yanî çawa, weke her der Şirnex be, her der Gever be. Serhildanê li bajarên xwe bikin, van deran bikin cihên têkoşînê û herêmên serhildanê. Yanî heta derekê neçin derekê. Tenê bi wan meşan nabe. Ew jî wateyek xwe heye bêguman. Têkoşînek e, xwedî li hev derketin, yek ruh, yek îrade diyarkirin e. Lê têkoşînek, rêbazek ku encam bigire çi ye. Em bêjin Cizîr rabûye ser piyan û dewletê qedexe kiriye ji çûn û hatinê re wan deran. Kêleka wê bila Hezex rabê ser xwe, bila Amed rabe ser xwe, bila Çewlig rabe ser xwe, bila Batman rabe ser xwe. Her kes li bajarê xwe li cihê xwe rabe ser xwe. Li wir serhildan bike. Her der weke Gever be, her der weke Şirnex be. Ev têkoşîn û rêbaz ew ê hîn baştir encamê bigire. Lê rê û rêbazên têkoşînê hene. Gelê me ji çi bawer dike, ji çi şêwazî hîn baştir yek îrade, yek ruh pêş bixe, ew ê hêza xwe bike yek, encam bigire, bi AKP’ê gav paşde bide avêtin bi vî şêwazî dikare têbikoşe. Lê li gorî min ya rast her der weke Gever be, her der weke Şirnex be, her der weke Amed be. Bajar û bajarokên Kurdistanê li cihê xwe weke serhildan bikin ew ê hîn baştir bibe.
ERDOGAN MESAJ DA, DAÎŞ’Ê JÎ PÊKANÎ
Li Ewropayê piştî teqîna li Parîsê vê carê li Brukselê ji aliyê DAÎŞ’ê teqînek pêk hat. Lê tiştê balkêş ew bû beriya vê teqînê çar rojan Erdogan ji ber konê li Belçîkayê hatibû vekirin digot dibe ku bombe li Brukselê yan jî li cihekî din ê Ewropayê biteqe. Ji bo vê teqînê hûn çi dibêjin?
Beriya her tiştî ji ew kesên li Brukselê jiyana xwe ji dest dane em ji wan re sersaxî dixwazin. Vê çalakiya DAÎŞ’ê jî lanet dikin. Lê bê zanîn berxwedan û têkoşîna HPG’ê, YPG’ê, YPJ’ê, Yekitiya Star em bêjin gelê kurd li dijî DAÎŞ’ê nebûya ew ê hîn zêdetir li Bruksel, Parîs û li pir navendên Ewropayê teqandinên DAÎŞ’ê pêk bihata. Bila bê zanîn ku yê ji wan re rê vekiriye dewleta Tirkiyeyê ye. Me pirr caran aniye ziman. Ji Ewropa û dinyayê weke kesê DAÎŞ li ser Tirkiyeyê derbasî Rojava û Sûriyeyê bûn. Dîsa li wê derê perwerde dîtin û li ser Tirkiyeyê belavî Ewropa û dinyayê bûn. Dewleta Tirkiyeyê bû pirek. Ev hewldan û têkoşîna gelê kurd li dijî DAÎŞ têkoşînek mirovahiyê bû. Azadî û têkoşîna gelê kurd çiqasî bê dîtin û ew rûmeta wê bê qebûlkirin di cih de ye û pêwîst e. Dewleta Tirkiyeyê jî li hemberî ev sûcê mirovahiyê û çalakiyên DAÎŞ’ê gunehkar, sûcdar û şirîkê wan e. Êdî Erdogan şirîkê wan e. Em ne di wê qenaetê de ne ku komkujiyên Pirsûsê, Amedê û dîsa Enqereyê, dîsa çalakiyên weke li hemberî partiya HDP’ê li Mersîn û Edeneyê derveyî talîmat û bi şêwazekî beralîkirina AKP’ê ev çalakî pêk hatine. Îşaret dide û dike. Erdogan îşaret dide, polîs pêk tîne. Erdogan îşaret dide, li Kurdistanê komkujî pêk tê. Erdogan îşaret dide, akademisyen tên girtin. Erdogan işaret dide, wekîlên HDP’ê destdanîna wan rakin, ji parlamentoyê derxin an jî bavêjin hepsê. Erdogan îşaret dide, çend rojên din ew çadirên gelê kurd ji Bruksel ranabe ew ê teqandin çêbibe. Çêbû jî. Çima çêdibe, em bizanibin ku li Brukselê tirk weke hejmar li wir pir in. Bi rastî piraniya wan jî faşîzan in û AKP’yî ne. DAÎŞ jî xwe di nava wan de bi rêxistin kiriye. Tê gotin ku operasyon li dar xistine, di pirr malên tirk ên Brukselê de wêne û afîşên DAÎŞ’ê derketine. Hîn rojek di ser re derbas nebû jî. Dema Erdogan bêje ew konê kurdan li ber parlamentoya Ewropayê li Brukselê ranebe ew ê teqandin çêbibe, ew ê çêbibe jî. Mesaj hat dayîn û hinek kesan jî girt. Yê ku mesaj da Erdogan, yê ku mesaj girt û pêkanî DAÎŞ bû. Ev eşkere ye, Erdogan nikare vê veşere. Wisa bûye hertim. Mesele li Kurdistanê jî wisa ye. Erdogan mesaj dide polîsên min qehreman in, lazim e çi bike. Hema komkujî dike, hema avahiyên HDP’ê dişewitînin. Ji bo Ewropayê jî Erdogan mesaj da, DAÎŞ’ê jî mesaj girt û komkujî pêkanî. Ev rastiyek e. Hîn jî îşaretên wisa ew ê bide. Ew hêza Erdogan heye bi destê DAÎŞ, El Nûsra li pirr cihên cuda jî teqandin û komkujî pêk bîne. Bi hev re jî rêxistinkirî ne. Ev bê dîtin ku har bûye Erdogan. Kurdan li wê derê çadirek vekiriye, ji bo mafê gelê kurd. Şermezar dike û bertekên xwe nîşan dide. Ev komkujiyên li ser Kurdistanê dixwaze mirovahî û siyasetmedarên Ewropayê xwedî helwest bin. Tiştekî normal û mafekî demokratîk e. Lê li cem zihniyeta Erdogan tiştekî wisa tine. Ne tenê li Tirkiye, Enqere, Bakurê Kurdistanê li dinyê jî kurd ew ê nikaribin konekî ji xwe re vekin. Li Bruksel navenda Ewropayê jî mafên kurdan tine ku li wê derê ji xwe re konekî vekin. Zihneyetek wisa faşîzan û li ber çavên dinyayê ye. Gelê me vê dibîne. Ev zihniyet çiqas hişk û dagirker e, têkoşîna li hemberî vê zihniyetê jî di wê astê de divê radîkal be û di wê astê de têkoşîn bê dayîn.
We di axaftina xwe de got bi vê teqînê re Erdogan tenê ne ji bo gelê kurd di heman demê de ji bo cîhanê û mirovahiyê jî xetereyek e. Piştî vê têqînê dewletên cîhanê û yên Ewropayê li hemberî Erdogan helwestekê nîşan nedin?
Herhal ew jî şîrove dikin û dinirxînin. Ji ber berjewendiyên xwe yên dewletê bertekên wan di çi astê de bin, hebe û nebe em nizanin. Lê ez di wê qenaetê de me mesele AKP û Erdogan para wan di van teqandinan de çi ye, ev dewlet dizanin esas. Ne ku nizanin. Îstixbaratên wan heta ew komkujiya Stenbolê taybet pir kesên cihû Îsraîlê hatin kuştin ew ê jî herhalde bê şîrovekirin. Ma tesaduf bû ku ew kesê DAÎŞ’ê deh kes zêdetir yên Îsraîlê ligel hev bûn û teqandin çêbû. Herhalde ev jî ew ê bên şîrovekirin. Dewletên ku xwedî agahî û îstixbarat gumanên wan li gorî min li ser Erdogan û dewleta Tirkiyeyê hene. Lê dewlet in, berjewendiyên wan konjekturel, demdirêj ku çiqas rê didin bertekên xwe nîşan bidin, em wê nizanin.
JI BO GELAN MODELA ÇARESERIYÊ YE
Li Sûriyeyê Meclisa Damezirîner Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat îlankirin. Girîngiya vê modelê çi ye û ev yek ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê ew ê karibe bibe çareserî?
Rewşa Sûriyeyê em dişopînin, li ber çavên her kesî ye. Aloziyek, şerekî zêdetirî 5 salan dewam dike. Pirr kes li ser Sûriyeyê xwe xwedî rol dibînin. Amerîka, Rûsya û pirr hêzên cuda cuda. Lê kesekî wekî xwedî proje û perspektîf, mesele û pirsgirêkên Sûriyeyê bi vî şêwazî bêne çareserkirin, tu projeyên kesî wisa tine ye. Demkurt in û hîn pêşiya xwe nabînin. Ji bo vê civînên Cenevre pirr zêde pêş nakevin û nikarin encamê bigirin. Çima li hev nakin û ne xwedî proje ne. Projeya herî esasî weke projeya çareseriyê, perspektîfa çareseriyê ya gelê kurd, gelê weke Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijîn. Weke Ereb, Suryan, Tirkmen, Kurd. Van gelan jixwe ceribandine, du sal in xweser jiya ne. Yanî ev xweseriya 2 salan heta îro dewam dike, baweriyek mezin da van gelan ku bi hev re bijîn, biratî û demokratî k, qedera xwe ji vir şûnde jî bi hev re bijîn baweriyek xurt da. Îradeyek derxist holê li ser vî esasî em bawer in weke koordînasyona kantona Rojava bi hev re, gotin axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê zêdetir hatiye rizgarkirin, li gorî daxuyaniyên wan em wisa fêm dikin ku êdî tenê bi kanton em nikarin têrê bikin. Axa hatiye rizgarkirin a Rojava-Bakurê Sûriyeyê îdare bikin. Şert û zifrûfên nû derketine holê. Nîqaş kirine û biryar dane weke çareseriya Bakurê Sûriyeyê weke meclisek demokratîk û federal û dîsa Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî weke federasyon. Ev meclis meclisa damezirandina Rojava-Bakurê Sûriyeyê ye. Li gorî me ji çapemeniyê şopandiye esas federasyon nehatiye îlankirin. Biryara bibe federasyon hatiye dayîn. Yanî meclis kom bûye Kurd, Asur, Suryan, Ereb, Tirkmen, Ermen, Çeçen 151 kes kom bûne. Rêveberiya xwe derxistine 31 kes û hevserokatiya xwe diyar kirine 2 kes. Nîqaş kirine, biryar girtine ku çareseriya Bakurê Sûriye-Rojava ji vir şûnde federasyon e. Ev biryar hatiye dayîn. Li gorî daxuyaniya civînê jî, jixwe diyar e û dibêje heta 6 mehan em ê amadekariyên xwe pêş bixin. Hem ji milê hilbijartin hem ji milê rêxistinî, siyaset û dîplomasî hewl bidin ku 6 meh şûnde em biçin hilbijartinê û federasyonê îlan bikin. Yanî niha biryara federasyonê hatiye dayîn, federasyon fermî nehatiye îlankirin. Ji daxuyaniya wan ew tê dîtin. Bêguman gaveke muhîm û dîrokî ye. Bertek li ser vê derketin. Em li bertekan mêze bikin. Rejîma Sûriyeyê bêguman netewe dewlet e, rejîma Baas e. Heta niha gelê kurd qebûl nekiriye û nasnameya Ereb jî nedaye gelê kurd. Gelê Ereb em mêze dikin taybet weke di bin desthilatiya Baas’ê de xwe hinekî bindest dîtiye, nerazîbûn heye û ligel vê 2 sal in di bin xweseriyê de bi hev re dijîn û baweriyek pêş ketiye. Asurî-Suryan dîsa wisa. Bêguman ev projeyek rast e, lê rejîm vêya qebûl nake. Rejîm te dît yek dest dixwaze. Yekitiya Ereban em mêze dikin. Yekitiye Ereban jî zihniyeta netewe dewlet e. Herî kêm di vê pêvajoyê de û di vê astê de ew ê qebûl neke. Tê zanîn yanî. Lê civak muhîm in. Civak bi coş û heyecaneke mezin pêşwazî kir. Gelê Kurd, Ereb, Suryan li Rojava-Bakurê Sûriyeyê, pirr rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên Ereb hene hîn demokratîk û maqûl dinirxînin. Pirr kes heta hin dewlet dibêjin esas projeyek rast e, belkî nizanim hinekî bêwext bû û nizanim çawa bû. Bertek normal in, li gorî em dişopînin. A muhîm çi ye? Çaraseriya Sûriye, Sûriyeyek demokratîk û federal, federasyon ji bo Rojava- Bakurê Sûriyeyê ye. Ev çi ye? Kurd, Ereb, Tirkmen pirr civak li vir dijîn. Her civak weke xweser be, xwe bi xwe rêve bibe û federasyon jî weke sîwana wan be. Ew ê çawa bê nirxandin em nizanin. Dibe ku kanton weke xwe bimînin, dibe ku kanton bibin herêm yanî herêmên xweser di federasyonê de. Em bêjin weke Girê Spî weke herêmek xweser di federasyonê de cih bigire. Heta weke sibê dibe ku rizgar bibe, Reqa weke herêmeke xweser têde cih bigire. Yanî hemû civak xweseriya xwe biparêzin, rêxistin bikin lê di federasyonê de xwedî rol bin û cih bigirin. Ev tiştekî demokratîk e. Esas federasyon di dîrokê de jî mesele heye, 100-200 sal beriya vê. Îro jî heye, li Amerîka, Rûsya giştî Ewropa. Tê dîtin ku ya herî maqûl federasyon e. Federasyoneke demokratîk e. Rojava-Bakurê Sûriyeyê ne federasyoneke kurdan e. Ew jî weke manîpulasyonekê ye, dixwazin bertekên li hemberî vê çêbike. Mesele hevserok ereb e, rêveberî nîv nîv e. Yanî li hin deran kurd hîn kêmtir in, ereb, asurî, suryan hene. Ya hemû gelan û civakan e. Bêguman cografîk e jî weke Bakurê Sûriye û Rojava. Ne şaş e. Sibê eger Sûriyeyek nû bê avakirin, mesele civaka Elewî ew ê xweser be. Di navendê de civaka Sunnî ew ê xweser be. Yan jî Durzî ew ê xweser bin. Ev xweserî ne dijitiya civakan li hemberî hev bin. Her kes xweser û azad be lê her kes bi hev re bijîn weke federaliya demokratîk a Sûriyê. Lê herêm jî weke federasyon. Projeyek maqûl e, belkî îro hinek kes fêm nakin û manîpulasyon heye. Lê ev federasyon xwe baş bide fêmkirin di aliyê civakî, siyasî û dîplomatîk de. Xwe baş rêxisitn bike û amade bike, em bawer in ku Sûriye ew ê wisa ji nû ve bê avakirin û encam jê bê girtin.
ENKS’Ê JÎ DIKARE DI FEDERASYONÊ DE CIH BIGIRE
Niha li Cenevre çi nîqaş dikin. Nîqaş hene çend roj şûnde ew ê navber bidinê. Yanî proje tine. Rejîm dibêje ez û derveyî wê qebûl nakim, heta niha çawa bû divê dîsa wisa be. Yê din jî tu projeyên wan Sûriye jinûve were avakirin tine. Ma ew ê îtilaf çi ava bike. Îtilaf esas li dijî gelê kurd e. Paradoks ew e ku weke ENKS jî di wir de cih digire. Weke Brahîm Biro bi biryara îtilafê weke li ser Şêxmeqsûd û Helebê komkujiyek pêk hat. Hîn jî dem bi dem şer heye. Êrîş hene. ENKS jî di wir de cih girtiye. ENKS jî bawer im ew ê nîqaşên wan hebe. Bi vê wesîleyê vê bêjim. Federasyon li gorî xwesteka wan e jî. mesele ew kesê ENKS’ê û derdora wan jî digotin federasyon. Bersiva wan e jî. ew jî pêwîst in ji federasyonê de cih bigirin, ne ku li cem îtilafê cih bigirin. Weke di dîrokê de cara yekem derfetek derketiye ji bo gelê kurd û ji bo gelê herêmê û Bakurê Sûriyeyê hemû bi federasyonê azad bijîn. Madem em bêjin partiyên derveyî TEV-DEM’ê yan jî li dijî TEV-DEM, yan jî Rojava em bêjin weke ENKS eger hûn jî federasyon dixwazin kerem bikin. Çi karê we li cem îtilafê heye ku ew îtilaf mafê gelê kurd jî naxwaze bîne ser ziman. Rejîm jî jixwe qebûl nake. Yanî dev ji vê berdin, ew jî beşdar bibin. Ji bo vê federasyonê, ji bo hemû civakên Sûriyeyê, ol û çandên Sûriyeyê heqeten tiştekî ser xêrê ye. Modelek demokratîk e û Sûriyeyek nû jî li ser vê bingehê, li ser federasyonê bê rêxistinkirin. Sûriyeyek federal û demokratîk.
JI BO KURDAN DIKARE BIBE MODELEK
We jî behs kir Kurd federasyonê ji bo xwe weke modelekê dibînin. Parlamenterên YNK’ê federasyonê ji bo krîza siyasî û aborî li Başûr weke çareseriyekê dibîne. Jixwe nîvê cîhanê bi federasyonê tê rêvebirin, ev ji bo mirovahî derketineke baş bike ne modeleke esasî ye. Hem ji bo kurd jî hem ji bo cîhanê jî.
Bêguman. Mesele federasyon ji bo cîhanê em ê nebêjin tiştekî nû ye, mînak e û destpêk e. Çunkî heye ji xwe. Mesele li Swîsre, Belçîka û Îtalya mêze bikin jixwe wisa ye. Pirr dewletên Ewropayê, li dinyê wisa ye. Li Amerîka û Rûsya jî wisa ye. Ji bo vê pêwîst hatiye dîtin û rêxistinkirin. Hemû civak xwe têde îfade dikin. Xweser in, esas yekbûna welatan jî encax bi vî şeklî tê parastin. Ji bo kurdan taybet hîn girîngtir û muhîmtir e, weke we anî ziman. Hin kesayet weke tiştekî baş, erênî dîtine. Rast e. Weke rola xwe lîstine. Ji bo kurdan esas mînakek nû ye, em dikarin bêjin. Mesele li Rojava bêjin Bakurê Sûriyeyê derveyî kurdan rastî û realîteyek ereb hene. asurî, suryan, tirkmen, çeçen, ermen hene. Ma ne pêwîst e ku ev hemû hebûna hev qebûl bikin û weke bi hev re, îdareyek demokratîk bi rêxistin bikin, bi biratî bijin. Navê vê federasyon e. Li hemû parçeyên Kurdistanê ya rast ev e. Mesele niha li Bakur dewleta Tirkiyeyê lazim girîngiya vê bizanibe, rola Rêber Apo û PKK’ê bizanibe. Weke parçebûna Tirkiye, netewe dewlet me tu caran ev neda berçavan. Lê eger weke federasyon û xweserî li Bakur neyê qebûlkirin, heqeten kurd an jî hereketa me ew ê çi bike? Ew ê bêje te çawa riya xwe ji xwe re diyar kiriye em jî riya xwe diyar bikin. Em federasyon jî dibêjin, federasyon ji bo me tiştekî maqûl e bêguman. Xweseriya me eger tu qebûl nekî. Gelê kurd dikare weke li Rojava li Bakur jî nîqaş bike û îradeya xwe diyar bike. Ji vir şûnde em ê wisa qedera xwe diyar bikin. Em ne mecbûr in ku di bin qebûlkirin û desthilatdariya dewleta dagirker Tirkiyeyê de em statuyek ji xwe re qebûl bikin. Em azadiya gelê kurd û statuya gelê kurd dixwazin. Ew statu xweser jî dibe, federasyon jî dibe, tiştekî din jî dibe, kes nikare pêşiya vê bigire. Lê em ji Rojava dest pê bikin, ev federasyon modeleke herî maqûl e, herî demokratîk û herî baş e ji bo hemû parçeyên Kurdistanê esas wisa ye. Bertekên heyî esas ji bo vê erênî û baş in. Divê wisa bê destgirtin.