Gerîlayê HPG’ê Adnan Bozkûrt (Baz Rêzan) ê di şerê li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, bi tilîlî û dirûşman ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Adnan Bozkurt (Baz Rêzan) ê li herêma Oremar a Gevera Colemêrgê di 15'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê hat definkirin. Cenazeyê Bozkurt li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşiya girêdayî Zanîngeha Wanê ye hat wergirtin û bi dehan wesayîtên zirxî anîn bajêr. Konvoya cenazeyê li dora Yenikopruyê ji aliyê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, endamên MEYA-DER û rêveberên HDP û DBP'ê ve hat pêşwazîkirin piştre welatiyan cenaze birin gundê Rêzan. Cenazeyê Rêzan ku li ser milan heya goristan gund ji aliyê welatiyan ve hat wergirtin bi tîlîlî û dirûşman piştî wecîbeyên olî spartin axê.
Hevseroka KCD'ê Irmak li vir axaftinek kurt kir û got ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe berdêlên giran dide.