Demîrtaş li jêrzemînên wehşetê lêkolînê dike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat warê berxwedanê Cizîra Botan û bi heyetekê re li jêrzemînên wehşetê yên li taxa Cûdî, ku bi qasî 200 mirov lê hatin qetilkirin, lêkolînê dike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat warê berxwedanê Cizîra Botan û bi heyetekê re li jêrzemînên wehşetê yên li taxa Cûdî, ku bi qasî 200 mirov lê hatin qetilkirin, lêkolînê dike.
Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê hat Cizîra Botan a bi mehan ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin û wêrankirin. Heyeta HDP'ê li pêşiya avahiya Şaredariya Cizîrê ji aliyê Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê, Hevşaredarên Cizîrê, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ve hat pêşwazîkirin.
Piştî ziyareta li şaredariyê Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Çaglar Demîrel, Alî Atalan, Mehmet Alî Aslan, Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo nimêja Înê bikin çûn Mizgefta Mezin. Heyetê di rê de silav da esnafan.
Li dû nimêjê Demîrtaş bi gel re berê xwe da taxa Cûdî û xwest jêrzemînên wehşetê ziyaret bike. Polîsên Tirk ên dor li mizgeftê girtin, hewl dan pêşî li meşa gel bigirin. Polîsên Tirk gef li gel xwarin ku eger ji hev belav nebin, ew ê êrîş bikin û gotin, gel ancax bi wesayîtan dikare biçe taxê. Li ser vê yekê Demîrtaş û heyeta pê re bi wesayîtan çûn taxê.
Gel jî, li hemberî gefa polîsên Tirk, dest bi meşê kir.
Demîrtaş li taxa Cûdî li jêrzemînên wehşetê ku bi qasî 200 sivîl lê hatin qetilkirin, lêkolînê dike.