Ji Şêx Seîd û vir ve bi tankan li dîroka Kurdan didin

Ji Peymana Lozanê û vir ve, ku Kurd li derve û bê bandor hatin hiştin, feraseta dewleta Tirk a li hemberî 29 raperînên Kurdan nehatiye guhertin.

Ji Peymana Lozanê û vir ve, ku Kurd li derve û bê bandor hatin hiştin, feraseta dewleta Tirk a li hemberî 29 raperînên Kurdan nehatiye guhertin.

Piştî 2. Şerê Cîhanê, raperînên Kurdan ên li hemberî parvekirina erdnîgariya Kurdan bi peymana Lozanê re destpê kirin, ev 90 sal in dewam dikin. Eşîrên ji gundê Zercîl ê Qubînê di sala 1925'an de ji bo destekê bidin serhildana Şêx Seîd bi rê ketin, li bajarokê Elmedîna ku Êlih a kevn e, li hemberî hêzên dewletê şer kirin. Piştî ku raperîn hat eciqandin, hêzên dewletê bi tankan avêtin ser gundê Cezcîlê, ku pêşengê seferberiyê Hesenê Îbrahîm lê dijiya. Hêzên dewletê bi tank û topan qesra dîrokî hilweşandin. Hedefgirtina mabetên baweriyê û avahiyên dîrokî, ku îro li Sûr, Niêbîn û Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve tên xerakirin, rewşa beriya 92 salan tîne bîra mirovan.

Neviyê Hesenê Îbrahîm Alî Haznîoglû da xuyakirin, ku qesra dîrokî ya 150 salî, ji ber ku destek ji Raperîna Şêx Seîd re hatiye dayîn, hedef hatiye girtin û got, "Qesra Hesenê Îbrahîm a li gundê Zercîlê, ku li ser Deşta Bînatli ye, qesreke ji 10 odeyan e. Hostayên kevir ên Ermenî yên li vê herêmê dijîn, beriya 1500 salan ev qesr çê kirin. Bi Raperîn Şêx Seîd re ji ber topbarana hêzên dewletê ev qesr hilweşiya. Li vê herêmê, gelek cih wê demê hilweşiyan."

Haznîoglû da zanîn, Hesenê Îbrahîm ji ber ku destek da Raperîn Şêx Seîd neçar ma koçî Qamişloyê bike û got, "Kalê min Hesenê Îbrahîm dema jiyana xwe ji dest da, ez 40 rojî bûm. Kalê min di dema Raperîn Şêx Seîd de bi siwaran berê xwe da Amedê û li bajarokê Elmedîna rastî leşkeran hat. Piştî ku Raperîn Şêx Seîd bi xwînxwarî hat pelçiqandin, leşkeran bi tankan avêtin ser gundê me. Piştî ku qesra kalkê min bi topan xera kirin, bi malbatî em ji neçarî çûn cem malbata Haco ya li Qamişlo. Malbata min piştre vegeriya, lê belê me careke din nikarîbûn vê qesrê tamîr bikin."

...