Dewleta Tirk li Nisêbînê ji hev ketiye
Dewleta Tirk bi her cure çekên giran, bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan êrîşî Nisêbînê dike. Lê li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê dike nake nikare gavekê jî bavêje.
Dewleta Tirk bi her cure çekên giran, bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan êrîşî Nisêbînê dike. Lê li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê dike nake nikare gavekê jî bavêje.
Li Nisêbîna berxwedêr, berxwedana xwerêveberiyê ya gel di roja 14. de li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dike. Li pêşberî vê berxwedanê, ev 14 roj in dewletê gavek jî bi pêş de navêtiye. Ji aliyê derûnî ve jî ji hev ketiye. Tê gotin, ji ber berxwedana xurt a li taxan hin tîmên taybet naxwazin derkevin operasyonan, ji ber vê yekê di navbera wan de gelek caran nîqaş derdikeve û bi hev dikevin.
HÊZÊN DEWLETÊ BI HEV KETINE
Dewleta Tirk bi her cure çekên giran, bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan êrîşî Nisêbînê dike. Lê li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê bi gavekê jî bi pêş de neçûye. Dewleta Tirk her roj hêzên nû dişîne Nisêbînê. Nisêbîn bûye navçeya ku dewleta Tirk herî zêde li vir kuştiyan dide û bi vî rengî balê dikişîne ser xwe.
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin li pêşberî berxwedana YPS û YPS Jinê bi pêş de biçin, ji aliyê derûnî ve ji hev ketine. Gelek tîmên taybet bi israr naxwazin derkevin operasyonan. Ev israr car carna dibe sedema pevçûnê û bi hev dikevin. Mînakek vê rewşê berî sê rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê rû da, ku hingî leşkerên mirî û birîndar hatibûn rakirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li vê derê komekê got 'em êdî tevlî operasyonan nabin' û li ser vê yekê ev kom û komeke din bi hev ketin.
HÛLÎSÎ AKAR JI BO MORALÊ BIDE ÇÛ, LÊ...
Ji ber ku tîmên taybet li pêşberî berxwedana YPS/YPS Jin ji hev ketine, rayedarên payebilind ên artêşa Tirk li dû hev diçin navçeyê. Herî dawî Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk tevî komek ji fermandarên xwe çû navçeyê û bi awayekî veşartî biryargehên operasyonê ziyaret kir.