Çeteyên Qesrê ketine fikara nixumandina windahiyên xwe
YPS’ê diyar kir ku çeteyên Qesrê windahiyên mezin didin, got: “Tê dîtin ku ji ber bê çaretiya xwe ji bo veşartina vê rewşê wek parçeyekî şerê psîkolojîk medyaya şerê qirêj bi kar tîne.”
YPS’ê diyar kir ku çeteyên Qesrê windahiyên mezin didin, got: “Tê dîtin ku ji ber bê çaretiya xwe ji bo veşartina vê rewşê wek parçeyekî şerê psîkolojîk medyaya şerê qirêj bi kar tîne.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî şer û çalakiyên li hember çeteyên Qesrê daxuyaniyek nivîskî weşand. YPS’ê diyar kir ku dorpêç, êrîşên hewayî û operasyonên bejahî yên hêzên dewletê li ser taxên berxwedanê yên li Şirnex, Nisêbîn û Geverê didomin.
YPS’ê ragihand ku hêzên AKP’ê yên cih bi cih li hin herêman di encama dijwarbûyina şer windahiyên mezin didin, tê dîtin ku ji ber bê çaretiya xwe ji bo veşartina vê rewşê wek parçeyekî şerê psîkolojîk medyaya şerê qirêj bi kar tîne.
YPS’ê destnîşan kir ku dema berxwedana li hember gelek hewldanên êrîşan, tevî dijmin windahiyên mezin didin jî ji ber şert û mercan encamên şer û çalakiyan bi awayekî zelal nikarin bên diyarkirin, got: “Hêzên AKP û Qesrê di tevahî operasyonê û hewldanan de bê encam dimînin. Yekîneyên me yên berxwedêr ên ciwan leheng, di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de mînaka performanseke mezin nîşan dide, li kolanên Kurdistanê yên ne heqî, mêtingerî, zilm, qetlîamê dimeşînin têkoşîna xwe ya bi rêxistinî ya layiqî xwe bi rê ve dibin.”
YPS’ê têkîldarî encamên şer û çalakiyên li sê herêman ev agahî parve kirin:
NAVENDA ŞIRNEXÊ
“27’ê Adarê saet 07.00’an dema wesayîta zirxî ya Kobra li taxa Ataturkê diçû operasyonê ji aliyê yekîneyên me yên parastina sivîl hate hedefgirtin û di encam de çeka li ser wesayîta zirxî hate îmhakirin. Piştre wesayîta zirxî vekişiyaye.
27’ê Adarê bi çalakiya sabotajê ya ciwanên parazvanên taxê li hember wesayîta zirxî ya hewl da bikeve Taxa Yenîmahaleyê li dar xist de, wesayît bi temamî îmha bû, 3 endamên POH’ê jî mirin. Di heman rojê de wesayîtek din a zirxî hewl da bikeve taxê û di encama lêdana yekîneyên me bi derbexwarinê vekişiyaye. Dîsa li heman qadê di encama çalakiyê de endamekî POH’ê hatiye kuştin. Piştî çalakiyan, bi tank, hewan û çekên giran ve Taxa Yenîmahalle hatiye bombekirin.
NISÊBÎN
28’ê Adarê danê nîvro dema wesayîteke kepçeyê hewl da bikeve Taxa Koçer bû hedefa ciwanên parastina taxê dikin, bi derbexwarinê vekişiyaye.
Dîsa di saetên pêş de vê carê jî tankekê hewl da bikeve heman taxê û ji aliyê yekîneyên me yên xweparastinê hatiye bêbandorkirin. Ev wesayîta zirxî bi barhilgiran ji cihê bûyerê hatiye rakirin.
28’ê Adarê di encama çalakiya sûîqesta yekîneyek me de 3 çeteyên Qesrê hatine kuştin.
GEVER
27’ê Adarê yekîneyek leşkerî ya li navbera gundên Qaportê û Pakê bû hedefa yekîneyên me yên YPS’ê û li vir ji bo demekê şer qewimî. Dema şer de yekîne qedemeyekê vekişiyan, di encama ji qereqolên derdor bi obus û hewanan bombekirina vê qadê de 7 ambûlans hatin cihê bûyerê, leşkerên mirî û birîndar rakirin. Hejmara polîs, leşker ên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Detayên berfireh wê piştre bên dayîn.
28’ê Adarê piştrî nîvro li Taxa Cûmhûriyetê şerên dijwar qewimîne. Agahiyên bi detay wê piştre bên dayîn. Her wiha ji 28’ê Adarê ve hêzên qetlîamker faşîst hewl didin li Taxa Gungorê bi pêş ve biçin.
28’ê Adarê dema hêzên dewletê ji milê zîviroka Girtîgeha Kevin a di têketina taxa Cûmhûriyetê, Avahiya Sêgoşe û Kurtlar Petrolê hewl dan bikevin taxê bi berxwedana yekîneyên me yên parastina taxê re rû bi rû hatine. Hêzên operasyonê hatin rawestandin, cih bi cih şer derketin. Her çiqasî li vir mirî û birîndarên dijmin hebin jî hejmar nehatin zelalkirin.
28’ê Adarê saet 17.00’an dema çeteyên Qesrê hewl dan li Taxa Cûmhûriyetê bikevin avahiyekê, yekîneyek me yê berxwedanê çalakiya sûîqestê hate lidarxistin û li vir tîmekî taybet hatiye kuştin. Piştre yekîneyên operasyonê yên dewletê bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin, bê encam ji qadê vekişiyane.
Li navenda Geverê di domahiya rojê li ser taxên di bin kontrola yekîneyên parastina sivîl de ne bomberdûman pêk tên. Hêzên dewletê di medyaya şerê taybet de wek parçeyekî şerê psîkolojîk nûçeyên derewîn ên wek di taxên Cûmhûriyet û Gungorê de pêş dikevin çêdikin. Di taxên Cûmhûriyet û Gungorê de ne hêzên dewletê berevajî pêşketina yekîneyên parastina sivîl a gel heye.”