Gulerê li Hezexê hat qetilkirin li Cizîrê hat oxirkirin
Cenazeyê Abdulselam Gulerê li Hezexê di êrîşên qirkirinê de hat qetilkirin, li Cizîrê hat oxirkirin.
Cenazeyê Abdulselam Gulerê li Hezexê di êrîşên qirkirinê de hat qetilkirin, li Cizîrê hat oxirkirin.
Cenazeyê Abdûlselam Guler ê li Hezexê di êrîşên qirkirinê yên çeteyên dewletê de hat qetilkirin li Cizîrê hat oxirkirin. Cenazeyê Guler ê ji bo otopsiyê şandibûn Mêrdînê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin û ji nexweşxaneyê birin Cizîrê. Li Goristana Taxa Yafesê di dema definkirinê de Hevşaredarên Cizîrê, rêveberên HDP û DBP'ê û yên MEYA-DER'ê jî amade bûn. Li goristana ku ji aliyê çeteyên dewletê ve hatibû dorpêçkirin, cenazeyê Guler bi merasîmekê hat definkirin.