'Ya ku îro li dijî DAIŞ û dewleta Tirk şer dike, ruhê Mazlûm û Egîdan e'
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok got, "Di sala 2016'an bi xurtkirina xeta têkoşînê re, di şexsê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan de em ê armancên hemû şehîdên xwe bi cih bînin."
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok got, "Di sala 2016'an bi xurtkirina xeta têkoşînê re, di şexsê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan de em ê armancên hemû şehîdên xwe bi cih bînin."
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok got, "Di sala 2016'an bi xurtkirina xeta têkoşînê re, di şexsê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan de em ê armancên hemû şehîdên xwe bi cih bînin."
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser berxwedana lehengî ya gelê Kurd a li dijî rejîma mêtînger hatiye nîşandan.
Andok got, "Di dîroka mirovahiyê de gelek mînakên gelên ji bo azadiya xwe şer kirine, hene. Bi taybetî di nava Kurdan de kêliyên bi vî rengî hene. Di dîroka Kurdan de serdestan timî êrîş kirine. Ev êrîş di roja îro de jî dewam dikin. Li hemberî van êrîşan weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, di şexsê fermandarê me yê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan de şerekî mezin ê azadiyê hatiye meşandin."
'HEVALÊN MAZLÛM Û EGÎDAN EV ROJ AFIRANDINE'
Andok da zanîn, têkoşîna azadiyê bi şerê fedaî yê şehîdan re afiriye û got, "Li pêşberî zîhniyeta koledar serî nehatiye tewandin. Her tim bi berxwedanê re têkoşîn hatiye mezinkirin. Hefteya 21-28'ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girtiye." Andok ragihand, ku ev berxwedan bi ruhê fedaî pêk hatiye û bal kişand ser berdêlên giran ên hatine dayîn. Andok got, "Hevalên Mazlûm û Egîd bi canê xwe şer kirine û rojên îro afirandine. Lewma mîna her sal em îsal jî di navbera 21-28'ê Adarê de wan bibîr tînin."
Fermandarê Eniya Kerkûkê Cemal Andok diyar kir, pêvajoya îro li Kurdistanê heye pêvajoya şoreşê ye û got, "Ev şoreşa Kurdistanê wê bibe şoreşa hemû gelên Rojhilata Navîn. Ev yek jî bi fermandarê me şehîd Egîd pêk hatiye. Di şexsê fermandarê me şehîd Egîd de artêşek ava bûye."
'HETA AZADIYA RÊBERÊ ME Û STATUYEKE DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ EM Ê ŞER BIKIN'
Andok bal kişand ser komkujiyên hovane Yên DAIŞ li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn tîne serê gelan û got, "Yên ku îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li dijî êrîşên DAIŞ'ê şer dikin, şervanên fedaî yên ji mîrateya fermandarê me şehîd Egîd in. Milîtanên Mazlûm Dogan in. Ya ku îro li dijî DAIŞ û dewleta Tirk şer dike, ruhê Mazlûm û Egîdan e. Weke leşkerên şehîd Egîd, weke milîtanên şehîd Mazlûm û Rêber Apo em ê her tim hewl bidin bibin hêjayî wan. Li pêşberî van nirxên hatine afirandin, heta serketinê ev şerê me wê dewam bike."
Andok destnîşan kir, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û li Kurdistanê statuyeke demokratîk bê afirandin, ew ê şerê xwe bidomînin û got, "Li ser vê bingehê em soz didin ku em ê berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Artêşa Egîd a mezin dibe, partiya Mazlûm Dogan li cîhanê bi rola partiya pêşeng a têkoşîna demokrasiyê radibin. Di sala 2016'an bi xurtkirina xeta têkoşînê re, di şexsê şehîd Egîd û Mazlûm Dogan de em ê armancên hemû şehîdên xwe bi cih bînin."