Karayilan ji gerîla re axivî: Pêvajoya biharê ya dîrokî destpê kir
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya 30. salvegera şehadeta fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji gerîlayên Kurdistanê re axivî.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya 30. salvegera şehadeta fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji gerîlayên Kurdistanê re axivî.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Mûrat Karaylian, bi wesîleya 30. salvegera şehadeta fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji gerîlayên Kurdistanê re axivî.
Karayilan bi rêya bêtêlê ji hemû gerîlayên li çeperên Başûr û bakurê Kurdistanê re axivî û bal kişand ser girîngiya Mahsûm Korkmaz û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê.
EGÎD SEMBOLA SERKETIN Û RUHÊ ÊRÎŞÊ YE
Karayilan, di şexsê fermandarê efsanewî Egî de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê bîranîna şehîdan bi serxistina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re bidin jiyîn.
Karayilan got, "Hevrê Egîd ruhek, seknek, rêbazeke fermandarbûyînê bû. Heriya her tiştî sembola serketin û ruhê êrîşê bû. Beriya niha bi 32 salan, di 15'ê Tebaxa 1984'an de di bin fermandariya hevrê Egîd de vê meşê bi 32 kesan re destpê kir. Têkoşîna di wê demê de destpê kir, îro dîrokek afirandiye. Îro bi deh hezaran leşkerên hevrê Egîd hene. Bi mîlyonan mirovan dane ser şopa wî."
ÇAWA KU KENAN EVREN TÊK ÇÛ, ERDOGAN JÎ WÊ TÊK BIÇE
Fermandar Mûrat Karayilan, daxuyaniya Serokkomarê hingî yê Tirkiyeyê Kenan Evren ku di dema Pêngava 15'ê Tebaxê de gotibû, "Yên ev bûyer pêk anîne, xwe li binê kîjan kevirî veşêrin, bi ku ve diçin bila biçin, di nava 72 saetan de leşkerên me wê bi guhê wan ve bigirin û derxînin pêşberî edaletê" bibîr xist û got, "Di ser vê gotinê re 32 sal derbas bûn. Meşa wê koma biçûk a gerîla îro veguheriye meşa deh hezaran gerîla û ji aliyê bi mîlyonan mirovan ve tê şopandin. Di nava vê demê de yê winda kir, mêtîngeriya Tirk a xwe dispêre înkar, tekperestiyê û asîmîlasyonê ye."
Karayilan da xuyakirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye û got, "Çawa ku Kenan Evren îlan kir ku wê di nava 72 saetan de tevgear gerîla biqedîne, lê jê nehat biqedîne, îro jî bi heman rengî Erdogan li pêşberî Tevgera Azadiyê ya Kurd têk diçe. Mêtîngeriya Tirk, di destpêka payîzê de gotibû 'emrê berxwedana li bajêr mehek e', lê belê 7 meh di ser re derbas bûye û berxwedana li bajaran mîna agirekî her geş dibe."
AKP DITIRSE, JI BER KU SÛCDAR E
Karayilan bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP'ê ku di her firsendê de radibin dibêjin ew natirsin û got, "Yên ku par li hemberî tevgera me plana têkbirinê amada kirin niha radibin dibêjin, 'em nehatin ser çokan, em ê têk neçin'. Radibin rûdinên dibêjin 'em natirsin'. Wellehî hûn li pêşberî rastiya Kurdistanê ditirsin. Em dizanin ku hûn ditirsin. Ji ber ku hûn sûcdar in, hûn neheq in. We li Cizîrê mirovên sivîl ên bêçek şewitandin. Hûn bi tank û topan bajarên Kurdistanê xera dikin. Ji ber vî sûcê li dijî mirovahiyê hûn ditirsin."
ŞEHÎDÊN SÛR Û CIZÎRÊ IŞARETÊ BI SERKETINÊ DIKIN
Karayilan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di 14'ê Kanûnê de dema artêş li hemberî berxwedana li bajêr ket dewrê, me hişyarî dabûn. Me gotibûn, 'bajaran veneguherînin qada şer; eger artêş bikeve dewrê, HPG jî wê bikeve dewrê'. Hingî li me guhdarî nekiribûn. Bi tankan bi ser ciwanên di destê wan de çifte û kleş hebû, çûn. Dest bi pêkanîna plana xwe ya xerakirina bajarên Kurdan kirin. Hewl dan li Cizîrê, li Sûrê serî li gelê me û ciwanên berxwedêr bidin tewandin. Bi rêbazeke namerdî, tirsonekî şer meşandin.
Lê belê li dijî van êrîşên mêtîngeriyê li Sûr û Cizîrê bi rastî jî dîrok hat nivîsandin. Rast e; şehîd hatiye dayîn, lê belê ew şehîd işaretê bi serketinê dikin. Ev ruhek e. Ev ruh ruhê demê ye. Li ser bingeha vî ruhî, bi dewlemendiya taktîkê re encam dikare bê wergirtin.
DIVÊ ÊDÎ HPG BIKEVE DEWRÊ
Em ketin biharê; divê êdî eyalet destekê bidin. Pêwîste êdî HPG bikeve dewrê. Lê belê ev ketina dewrê, divê ne bi rêbaza daketina nava bajêr be. HPG wê ji çiyê ve destekê bide berxwedana xweparastinê ya ciwanên Kurd a bi navê YPS'ê li nava bajaran dimeşîne. Ji bo serketina vê berxwedana sivîl-mafdar wê tevbigere. Ya ku gele me ji me hêvî dike jî ev e. Di vê çarçoveyê de çalakiya li hemberî Qereqola Mermerê, gaveke destepêkê ya serketî ye. Pêwîste HPG li qada xwe ya xebatê li çiyê bikeve dewrê û piştevaniya berxwedana bajaran bike. Eger artêş neketibûya dewrê, HPG jî nediket dewrê. Lê madem arteşa Tirk hemû derfetên xwe seferber kiriye, wê demê em ê jî giraniyê bidin pêvajoyê. Yanî artêş bi hemû derfetên xwe re li hemberî ciwanan şer dike. Halbûkî li van bajaran meşandina şerekî di vê astê de ne hewce bû. Berevajî, eger ew ji rêzê nêzîk bibûna, ev pirsgirêka xendekan dikarîbû çareser bibûya.
Daxwaza xweseriyê ya gelê me mafekî gerdûnî ye. Her çand û zimanên cuda, bi formula xweseriyê bi hev re dijîn. Ev daxwaza gelê Kurd daxwazeke di cih de ye. Ev berxwedan, li dijî êrîşên hovane yên li hemberî daxwaza xweseriyê ya gelê me, berxwedana demokrasî û azadiyê ye. Berxwedana xweserkirina Kurdistanê, berxwedana demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Lê belê, li hemberî zîhniyeta ku bi tank û topan bersivê dide vê daxwazê, divê êdî eyaletên me destekê bidin qadên berxwedanê.
YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ AZADIYA RÊBER APO YE
Pêwîste rayedarên dewleta Tirk bi vê baş zanibin; mercên qezenckirina vî şerî nîne. Êdî bajar, çiya û deşt hemû qadên berxwedanê ne. Divê êdî vê rastiyê bibînin. Lewma ya divê were kirin; ne kuştina ewladên Kurd û Tirk ji bo xatirê desthilatdariya Erdogan e. Ya divê were kirin, çareserî ye. Yekane rêya çareseriyê jî; azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya Kurdan e. Ji bilî vê ti rê nîne.
EM NEÇAR IN BI SER KEVIN
Serdemeke biharê ya dîrokî destpê kir. Em bi derfetên gelekî mezin dest bi biharê dikin. Weke tevger em di serdema xwe ya herî xurt de ne. Ya niha divê were kirin, destpêkirina pêvajoyeke çalakiyan a li gorî demê ye. Di vî warî de ya girîng jî amadekariya baş a hevalan e. Her çend hevalan di vê zivistanê de hinek windahî dan jî, derb nexwarin; em di wê baweriyê de ne baş xwe amade kirine. Çawa ku Rêber Apo û gelê me ji me hemûyan bawer dikin, em jî weke rêveberî heta dawiyê ji hevrêyên xwe bawer dikin.
Di vê demê de em neçarî serketinê ne. Armanca me diyar e; 'Rêberê Azad, Kurdistana Xweser, Tirkiyeya Demokratîk'. Heta ku Rêber Apo azad nebe, bi ti awayî çareseriyeke aştiyane pêk nayê. Ji bo xwegihandina vê armancê, divê bi taktîkên herî afirîner re em tevlî pêvajoyê bibin û bi wezîfeyên xwe rabin. Eger hemû heval li ser vê bingehê giraniyê bidin ser pêvajoyê û wezîfeyên xwe yên demê bi biryardarî bi cih bînin, em bawerin wê encamên mezin bi dest kevin."