YPS: Berxwedana bi rûmet a ciwanên pêşeng û fedaî ya gelê me bi bîryardariyek mezin didome

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), diyar kir ku li Nisêbîn, Şirnex û Geverê di nava 2 rojên dawî de 16 tîmên taybet hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejimara polîs û leşkerên mirî yên di wesayîta zirxî ya hat îmhakirin de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakî û şerên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê ev agahî parve kirin:

 “Têkoşîna berxwedana me ya pîroz ya li Kurdistanê li ser esasê rastiya hebûna gelê me tê meşandin, berxwedana bi rûmet ya li ser armancek mezin a ciwanên pêşeng û fedaî ya gelê me dimeşîne, bi bîryardariyek mezin dewam dike.

Gelê Kurd û pêşengên wê yên li derdora Rêber Apo kom bûne, bi fedakariyeke mezin wê berxwedana xwe bidomîne. Li dijî zîhniyeta ku gelê Kurd tine dihesibîne, di şer de sînor ne nas e, berxwedan rûmetek herî mezin û helwestek herî rast e.

Her ferdekî gelê Kurdistanê yê ji jiyana azad û îradeya azad tawîzê nadin, di vê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtine û bi awayekî kîlîtî serketinê bûne şerekî di asta pêngavî de dimeşînin.
Ji jinan heta mêran, ji ciwanan heta kalan ji bo her welatparêzekî mey ê dil û berdêl daye vê doza azadiya pîroz, ji bo her şehîdê me soza me ew e ku îro bîranîna wan bi berxwedanê bi pratîka şerekî pêk tê.

Tevî ku ji hewayî û bejahî li hember taxên berxwedanê êrîşên dijwar û operasyon hene û medyaya şerê taybet berevajî nîşan dide jî gelê Kurdistanê bi bawerî û ruhê berxwedanê ve serbilindî li ser piyan e. Her şehîdê me bi Egîdîbûnê derbasî dîroka têkoşînê dibin.

ŞIRNEX

27’ê Adarê saet 12.00’an otobusa ku POH tê de bûn, bûn hedefa yekîneyên me yên parastina sivîl a bi roketan. Di encama çalakiyê de 9 endamên POH’ê hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Di heman demê de ji ber roket li otobusê ketin, otobus bêkêr bû. Di heman demê de li hember komek polîsên li ber Walîtiyê jî çalakiya sûîqestê pêk hat, li vir polîsek hate kuştin yek jî birîndar bû.

Çeteyên Qesrê ji 27’ê Adarê ve taxa Bahçelîevlerê dan ber bomberdûmanên tankan. Dîsa li taxên Îsmet Paşa û Cûmhûriyetê jî şerên dijwar diqewimin. Piştî şer gelek ambûlans tên cihê bûyerê, polîsên mirî û birîndar radikin. Detay wê piştre bên dayîn.

NISÊBÎN

26’ê Adarê saet 11.00’an piştî taqemeniya di wesayîta zirxî ya Akrep de hate înfilaqkirin, wesayîtê derbe xwar. Saet 12.00’an jî li taxa Elîka çeteyekî Qesrê bi sûîqestê hate kuştin. Saet 15.00’an dîsa li hember hêzên dewletê yên hewl dan bikevin vê taxê bersiva bi çekan hat dayîn û çeteyekî Qesrê hate kuştin. Di encama parastina taxê de hêzên dewletê neçarî vekişandinê bûne.

27’ê Adarê saet 10.00’an dîsa wesayîtek zirxî ya din hewl da bikeve taxa Elîka, rastî kemîna bi taqemeniyê hat û derbe xwar. Saet 10.30’an jî dema kepçeyekê xwest bikeve taxê, bi kemîna taqemeniyê bi temamî hat îmhakirin. Hate zelalkirin ku li vir 2 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

27’ê Adarê piştî nîvro di navbera hêzên dewletê yên hatin operasyonê û ciwanên me yên tax diparastin de şer derket. Piştî şerê ku 2 polîs hatin kuştin, dijmin vekişiyaye.

27’ê Adarê saet 15.45’an yekineyên me yên parastina sivîl dema derbasbûna konvoyeke ji bo operasyonên li ser taxan ên bi armanca qetlîma dihat, li ser rêya Cûmhûriyet û Sêrê ya taxa Kanîka çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîtek Kobra û Ejder hatin îmhakirin, gelek polîs hatin kuştin. Nûçeyên di medyaya şerê taybet a wekî 4 leşker mirîne derew in. Ev hewldanên nuxumandina windahiyên zêde wê nikaribe rastiyê veşêre. Teqez e ku hejmara miriyan ji ya hêzên dewletê dayî zêdetir in. Piştî çalakiyê 10 ambûlans hatin, mirî û birîndar rakirin. Piştî çalakiyê, dijmin taxa Kanîka ketober da ber bombeyan.

GEVER

Li bajarê Geverê dorpeça dijmin berdewam dike. Li hember Taxên ku hêzên me bi cih kirinê jî dijmin gazên fosforê bi kar tîne. Di taxan de jî ji ber bomberdûmanê di gelek malan de agir derketiye.