Bombe li Nisêbînê tên barandin
Di roja 16. a qedexeya derketina derve de, taxên Kişla û Zeynelabîdîn ên Nisêbînê bi topên hawanê tên bombekirin.
Di roja 16. a qedexeya derketina derve de, taxên Kişla û Zeynelabîdîn ên Nisêbînê bi topên hawanê tên bombekirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk, di roja 16. de ye. Bi hilatina rojê re şerê li navçeyê li gorî yê beriya niha dijwartir bû. Taxên berxwedanê Kişla û Zeynelabîdîn, bê navber bi topan tên bombekirin.
Tankên li ser xeta sînor a Qamişlo-Nisêbînê hatine bicihkirin, bombeyan li taxên berxwedanê dibarînin. Ji ber êrîşî gelek mal xera bûn. Dû bi ser taxan ketiye.