Ji bo bîranîna Fermandar Egîd li Qilebanê çalakî: 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayan bi boneya salvegera şehadeta Fermandar Egîd li Qilebanê çalakî li dar xistin. HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de bi zelalî 8 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji bo bîranîna salvegera şehadeta lehengê neteweyî Fermandar Egîd, ku bingehê Hêzên Parastina Gel ê di xeta Rêbertiyê de nirxên azadiya Kurdistanê diparêze avêtiye, gerîlayan li Qilebanê çalakî li dar xistine.

HPG’ê têkîldarî detayên çalakiyê ev agahî dan:

“27’ê Adarê saet 06.00’ab hêzên gerîlayên me li hember qereqola girê Seyîdan a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xistin. 4 çeperên qereqolê bi çekên navîn û ferdî hatine hedefgirtin. Li vir di çepera 1. de 3 leşker, di ya 2’yemîn de 2 leşker, di ya 3’yemîn de 3 leşker hatine kuştin, hejmara leşkerên çepera 4’emîn nehate zelalkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ketin nav tevgerê; qereqola girê Seyîdan derdora xwe da ber obus û hewanan. Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta hevalê Şehîd Agît (Mahsûm Korkmaz) hate lidarxistin.

LI HEMBER QEREQOLA SÎNEK BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ

26’ê Adarê saet 15.00’an dema leşker li qereqola Sînek a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê kom dibûn, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qadên derdora xwe bi obus û hewanan bombe kir.”

BALAFIRÊN ŞER LI GARÊ DAN

HPG’ê ragihand ku 26’ê Adarê saet 18.00-18.30’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Çirav a girêdayî herêma Garê bombe kirine.