Polîsan li Wanê ciwanek înfaz kirin

Polîsên bi ser sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê girtin ciwanek înfaz kirin.

Polîsên bi ser sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê girtin ciwanek înfaz kirin.

Tê gotin ku Polîsên bi ser sehaya fitbolê ya li Taxa Valî Mîthat Bey a li navçeya Îpekyolû ya Wanê girtin ciwanek înfaz kirine.

Şahidên bûyerê gotin saet nêzî 17.30’an derdora sehaya fitbolê ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan hatiye dorpêçkirin, piştre tîmên taybet bi ser seheyê de girtin. Şahidan diyar kirin ku polîsan lîstikvan û berpirsên seheyê danîne erdê, derbasî oda cilguhertinê bûne, ragihandin ku piştî çend deqeyan jî 3 caran dengê çekan hatiye. Tê gotin ku ciwanê navê wî nehat zanîn ji seheyê di torbeyê cenazeyan hate derxistin, balkêş e ku ti tahdeyî li deriyê odeya cilguhertinê nehatiye kirin.

Li dîwarên odeya cilguhertinê şopên guleyan tinene, şahidên bûyerê gotin ku 3 ciwanên dema bûyerê birîndar bûne jî polîsan ji deriyê pişt ê seheyê derxistine, binçav kirine. Xwediyên seheyê Yûnûs K. û Hakan K. jî ji aliyê polîsan hatin binçavkirin, qeydên kamerayan ên li seheyê 24 saetan di tomarê de ne jî hatine desteserkirin.

Ji şahidên bûyerê Îsa Ozturk wiha got: “Dema min ji lîstikvanan re çay amade dikir, bi carekê polîsan bi ser seheyê de girtin û me hemû li erdê dirêj kirin. Piştî demek kurt 2-3 caran dengê çekê bilind bû.”

Ji şahidên bûyerê Tûran Edîş jî wiha ragihand: “Dema ez çûm cihê bûyerê polîsan bi wesayîtên zirxî sehe dorpêç kiribûn. Ji hundir dengê qîran dihat. Dibe ku li hundir hin girtibûn û lê didan. 5 deqe nebihurî dengê çekan hat. 2 caran dengê çekan hat. Polîsên di vê demê de li gel me gotin: “Bila ti kes dengê xwe nekin, şer heye.” Em jî li ber derî rawestiyabûn. Li gor me dibihîst dengekî wek ê şer nedihat. Tenê dengê 2-3 caran ên çekê hat. Bi torbeyekî cenazeyan ê di hundir de jiyana xwe ji dest da derxistin. Gotin li hundir bi giştî 4 kes hebûn. Dema me gotin ka yên din li kû ne, gotin birîndar in û ji deriyê pişt derxistine. Me birîndar jî nedîtin.”