BI DÎMEN

Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê: Fermandarê efsanewî Egîd

Komate got, "Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê ye. Min bi hevalê Mahsûm re ev dît" diyar kir, ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê ya girîng ew e ku rêya hevalê Egîd baş fêm bike û li ser şopa wî bimeşe.

Gurcan Komate, hevrêyê xwe fermandarê efsanewî yê gelê Kurd Egîd nirxand û got, "Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê ye. Min bi hevalê Mahsûm re ev dît." Komate diyar kir, ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê ya girîng ew e ku rêya hevalê Egîd baş fêm bike û li ser şopa wî bimeşe.

Pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê, fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz), ku Rêberê Gelê Kurd ji bo wî gotibû "Min carekê jê re got. Çû û pêk anî", ji aliyê hevrêyê wî Gurcan Komate ve hat vegotin. Komate di salvegera şehadeta wî de fermandarê efsanewî û yek ji pêşengên PKK'ê Egîd ji ANF'ê re vegot.

Gurcan Komate bi gotina "Rêbaza şer û jiyanê ya PKK'ê ye. Min bi hevalê Mahsûm re ev dît", jiyana Fermandar Egîd kurteber dike. Komate da zanîn ku rêbaza rêxistinbûyîn şer a serdema Fermandar Egîd yek bû û destnîşan kir, ku yê ev bi awayekî herî baş dikir, Fermandar Egîd e. Komate da xuyakirin, ku sparte û çavkaniya têkoşînê û felsefeya di şexsê Fermandar Egîd de şênber bûye, ji hevaltiya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr û Mazlûm Dogan tê. Komate bal kişand ser bandora têkiliya Fermandar Egîd bi gel û hevrêyên xwe re û destnîşan kir, ku Fermandar Egîd di nava jiyanê de bi ti awayî cihêkarî nedikir û her tişt li ser bingeha parvekirinê dikir. Komate got, "Her kêliya jiyanê ji bo wî dihat wateya kêliyeke perwerdeyê. Hevalê Egîd her çalakî bi awayekî xurt bi ser dixist."

'JI BO EGÎD DIVIYABÛ ENCAM HER TIM SERKETIN BÛYA'

Komate da zanîn, Fermandar Egîd bi nrixandina hemû derfet û şert û mercan re diket nava tevgerê û li ser rêbaza şer a Fermandar Egîd wiha axivî: "Gelek caran em li hev civiyan û ji ber wezîfeyan em ji hev qut bûn. Bi giranî di çalakiyan de em li hev diciviyan û di her şert û mecan de çalakî bi rêxistin dikir. Her tişt ji her alî ve dihesiband. Aliyekî din ê serketina bingehîn ev bû. Digot, 'çalakiya bi ser ket, dikare weke çalakiyê bê binavkirin'. Yanî her tim dixwest ji sedî sed bi ser keve. Fermandar Egîd ji bo gelê Kurd fermandarekî neyê ji bîrkirin e. Gel gelekî jê hez dikir. Bi hemû mirovan re parve dikir. Vê rêbaza wî ya parvekirinê bandorke mezin li gel dikir. Hevalê Egîd bi wêrekî û sekna xwe re di nava gel de dihat naskirin. Ji ber vê yekê, ji wê çaxê û heta roja îro hînê navê Egîd li zarokên Kurd tê kirin."

'DI WÊ PÊVAJOYÊ DE BERXWEDANÊN MEZIN Û ŞEHADETÊN GIRAN RÛ DAN'

Komate li şehadeta Fermandar Egîd a di 28'ê Adara 1986'an de wiha axivî: "Di salên 1985 û 86'an de meha Adarê ji bo me gelekî cuda derbas bû. Weke Tevger jî em hefteya dawî ya meha Adarê weke Hefteya Lehengiyê dibînin. Ji bo me meheke ku hem berxwedanên gelekî mezin, çalakiyên mezin û watedar hatin lidarxistin, hem jî şehadetên giran rû dan. Ez çiqasî wê dema wan salan vebêjim jî wê kêm bimîne. Bêguman nayê ji bîr kirin bê çawa ket kemînê û çawa şehîd ketin. Di sala 1986'an de em 34 heval bûn û ji bo pêkanîna çalakiyê hemû gelekî bi kelecan bûn. Li Gabarê, piştî çalakiyê em li cihekî li hev kom bûbûn. Hisiyeta wî gelekî xurt bû. Wê rojê jî bi heman rengî bû. Beriya bikeve kemînê hişyarî da hevalan û got, 'Eger em bikevin kemînê, em biçin van nuqteyan û li wan deran li hev bicivin'. Normal leşker ditirsiyan bi şev tevbigerin. Di vir de rêbaza Egîd gelekî bi bandor bû.

Saet 1-2'ê şevê bû. Em ketin kemînê. Demeke dirêj û giran dewam kir. Lê belê me nizanîbûn çawa qediya. Min hingî dengê hevalê Egîd bihîst, digot 'Bila her kes xwe vekişînin'. Hevalê Egîd jî wê şevê birîndar bûbû û şehîd ketibû. Em bûbûn çend kom. Hin hevalan xwe gihandibûn cihê hat diyarkirin, hin hevalan jî hevalên birîndar biribûn cihekî din. Heta êvara roja din em di çeperê de sekinîn. Saet di 18:00 de me li radyoyê guhdarî dikirin. Di 28'ê Adarê saet di 19:00 de di nûçeyên TRT Radyo de hat dayîn. Wê êvarê wê saetê em gelekî bi bandor bûbûn."

'ŞOPDARÊN WÎ DIVÊ LI BOTANÊ LEŞKERAN NEHÊLIN'

Hevrêyê Fermandarê Efsanewî Egîd Komate herî dawî da xuyakirin, ku serketina wê rojê bi fêmkirin û şopandina Fermandar Egîd bi dest ket û got, "Di ser wan rojan re 30-35 sal derbas bûn. Ez çiqasî qalê bikim, kêm e. Ji bo gelê Kurd û tevgera azadiyê ya girîng ew e, ku wî baş fêm bike û li ser şopa wî bimeşe. Eger baş neyê fêmkirin, serketin jî nabe. Eger îro gerîla û gel bûye yek, wê demê divê leşkerên Tirk nikaribin li Botanê bigerin. Herî dawî em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Egîd de heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."