‘Pirsgirêkên civakî bi mezinkirina rêxistinbûyina jinê wê bên derbaskirin’
Li Marsîlyayê kongreya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate lidarxistin. Di kongreyê de hat diyarkirin ku pêwîst e di pêvajoya pêş me de rêxistinbûyina jinê bê mezinkirin.
Li Marsîlyayê kongreya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate lidarxistin. Di kongreyê de hat diyarkirin ku pêwîst e di pêvajoya pêş me de rêxistinbûyina jinê bê mezinkirin.
Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê xebatan dimeşîne, bi tevlîbûna 170 delegeyî ve 2. Kongreya xwe li dar xist.
Kongreya pêr li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin di şexsê Arjîn Garzan de diyarî jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin.
Jinên Kurd ên li Marsîlyayê dijîn kongreya xwe ya damezirîner 30’ê Mijdara 2014’an pêvajoya berxwedana Kobanê li dar xistibûn, bi kongreya xwe ya duwem re xebatên xwe yên sal û nîvekê li dar xistin. Kongreyê piştî axaftina vekirinê ya Berdevka Meclîsê Nezahat Şahîn, bi hilbijartina dîwanê dewam kir.
Di nirxandinên Kongreyê de hate destnîşankirin ku pirsgirêkên civakî tenê bi mezinkirina rêxistinbûyina jinê dikarin bên derbaskirin.
‘DIVÊ JINEK BÊ RÊXISTIN NEMÎNE’
Di kongreyê de hat gotin ku divê di vê pêvajoya pêş de jinek bê rêxistinî jî nemîne, hate îfadekirin ku divê xebatên komunan destpê bike.
Meclîs di vê pêvajoyê de wê xebatên xwe wek komîsyonên Rêxistinê, Têkîliyên Derve, Dayikên Aştiyê, Çand-Perwerde, Ekonomî-Atolye û Dîsîplîn bidomîne. Her wiha biryar da ku komîsyonên Çapemenî-Weşan, Sosyal jî bên avakirin.