YPG'ê nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê û 5 şervanên di şerê cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameyên endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê û 5 şervanên di şerê cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameyên 6 cangoriyên eşkere kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Dîrok ji bo gelan careke din tê nivîsandin, zarokên vî gelê ji bo azadiya gelên xwe û axa xwe bê tirs û bi armancekî mezin xwe feda dikin. Ji bo hemû gelên li ser axa Rojava jiyan dikin bi nasnamaye xwe çand û zimanê xwe bikaribin wekhev jiyan bikin, têkoşînekî mezin dikin. Ew têkoşîn bi pêşengiya YPG û YPJ’ê ku di bin sîya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye, her diçe mezin dibe.
Dema operasyona hêzên YBŞ’ê ya li herêma Geliyê Şîlo hat lidarxistin, komek çeteyên DAIŞ’ê ji qadê reviyan û xwestine werin qada Şedadê ya di bin ewlehiyê hêzên me de ye. Hêzên me yên ku ev kom dişopandin piştre bi ser vê koma çete de girtiye.
Koma me ya di bin fermandariya heval Armanç Xebat (Gabar) ê Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê de, ketin şer û pêşveçûna çeteyan sekinandin. Heval Armanç Xebat dema ku bi lehengî û fedakariyek mezin li dijî çeteyan şer dikir gihîştiye şehadetê.
Rêheval Armanç Xebat (Gabar) ji berxwedêrên mezin ku di şoreşa Rojava de rolekî mezin listiye bû û berpirsiyartiyên girîng girtibûn ser milê xwe. Rêheval Armanç di temenê xwe yê ciwan de li hemberî doza gelê Kurd xwe berpirsiyar dît û dest bi xebatên netewî kir. Hevalê Armanç ji bajarê Dêrikê bû, lê tu caran ferq nedixist navbera bajarên Kurdistanê.
Heval Armanç li gelek bajarên kantona Cizîrê li dijî terorîstên DAIŞ’ê şer kir. Rixmê ku gelek caran birîndar bibû jî, lê tu carî birîndariya xwe li hemberî çalakbûna xwe nekir asteng. Di jiyana xwe ya di nava tekoşîna rizgariya netewî de bi dilnizimî û fedakariya xwe dihat naskirin. Heval Armanç, ciwanekî bala hemû hevalên xwe dikişand û mînaka wan ya jiyanê bû.
Hevalê me Mazlum Efrîn jî di berxwedaniya Efrînê de li hemberî komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê de gihîştiye şehadetê.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em soz didin tekoşîna ku Edûlên kezî dirêj û Derwêşan xwedî mertal dabûn meşandin, bibin heya dawî.
Nasnameyên cangoriyan wiha ne:
Navê Tevgerî: Armanç Xebat
Navê Rast: Gabar Kavê
Navê Dayikê: Qedriya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 24.03.2016
Navê Tevgerî: Ciwan Baş
Navê Rast: Sarî Mihemed
Navê Dayikê: Zekiye
Navê Bav: Mislih
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hamîs
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 24.03.2016
Navê Tevgerî: Dilbirîn Qamişlo
Navê Rast: Beşar Selman
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Selman
Cihê Ji Dayikbûnê: Hol
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 24.03.2016
Navê Tevgerî: Egîd Keleş
Navê Rast: Egîd Keleş
Navê Dayikê: Belaa
Navê Bav: Ebdullah
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik/ Hemze Bek
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 24.03.2016
Navê Tevgerî: Nêçirvan Til Koçer
Navê Rast: Xelef Uwayid
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Sadun
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih Û Dîroka Şehadetê: Şedadê 24.03.2016
Navê Tevgerî: Mazlum Efrîn
Navê Rast: Xelîl Nehsan
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Neyîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih Û Dîroka Şehadetê:Efrîn/Êrşadiyê 25.03.2016