Li Heweng a Rihayê serdegirtina malan: 11 binçavî

Li Hewengê leşkeran avêtin ser malên li gundan û rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Riha Hewengê, leşkeran avêtin ser gelek gundan û ji ber parvekirinên li medya civakî, bi îdîaya propaganda "propaganda rêxistinê", "endametiya rêxistinê" û "heqareta li serokkomar" rêveberên HDP û DBP jî di nav de 11 kes binçavk irin.

Li gundê Arpetinê rêveberên DBP'ê yên Hewengê Ahmet Aydin û Ekrem Dogan, ji gundê Sigircikê Alî Bagmaci, ji gundê Gunikê Cevher Akgun, ji gundê Qosarê Muhîttîn Şeker, Enver Polat û Îbrahîm Dag, ji gundê Kargili Sabrî Yildirim, ji gundê Turkmenwêranê Emîn Yaprak, ji gundê Qavacixê nûnerê MEYA-DER'ê Hasan Kûrtaran û ji gundê Cacsakê Bulent Gokhan hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên li gundên Hacilar û Cavsakê de Muhslum Kocaoglû û Îsmaîl Guzel ji ber ku ne li malê bûn nehatine binçavkirin.

Binçavî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê tên ragirtin.