Kepçeya ku xwest bikeve taxê hat îmhakirin

Li Taxa Kişla ya Nisebînê ji saetên sibehê ve şer berdewam dikin û kepçeya ku xwest bikeve taxê hat îmhakirin.

Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê ji saetên sibehê ve şer bê navber berdewam dikin. 

Şerê navçeyê li Taxên Kişla û Zeynelabîdîn belav bûn, liv û tevgera wesayîtên zirxî balê dikişînin û kepçeyeke  ku xwest bikeve taxê ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve  hate  îmhakirin.

Kepçeya ku xwest bikeve taxê rastî kemîna teqemeniyê hat û kepçe hate bêkêrkirin.  Ji bo cihê bûyerê gelek wesayîtên zirxî û ambûlans hatin sewqkirin. 

Têkîldarî bûyerê û hejmara mirî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.