Li Geverê teqînên mezin pêk tên: Gelek JOH û POH mirin
Li navçeya Gever a ku şer dijwar dibe, li Taxa Cûmhûriyetê 2 teqînên mezin pêk hatin. Di encam de gelek JOH û POH hatin kuştin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ya ku dorpêç didome, şer û bomberdûmanên li taxên Cûmhûriyet û Gungorê dijwar dibin. Li gel barîna berfê, danê sibehê tax hatin bomberdûmankirin û cih bi cih dengê çekan tên. Di encama hewldana çeteyên AKP’ê yên ku xwestin bi dizî bikevin Taxa Cûmhûriyetê de 2 teqînên mezin pêk hatin.
Piştî teqînan 5 ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li ser bûyerê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di van teqînan de gelek tîmên taybet û jendermeyên taybet mirine û piştî teqînan ev saetek e şer didome.
Her wiha di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de hat diyarkirin ku li hemberî taxên berxwedanê bikaranîna gaza fosforê didome.