Li Kolnê aktivîteya Hefteya Qehremantiyê
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi boneya Hefteya Qehremantiyê civînek hate lidarxistin. Civîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin, bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi boneya Hefteya Qehremantiyê civînek hate lidarxistin. Civîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin, bi deqeyekê rêzgirtinê destpêkir.
Hunermend Seyîdxan di vekirina civînê de axivî û wiha got: “Civak bi qehremanên xwe tên nasîn. Ew mînak in ji bo civakê. Bi pêşengtiya PKK’ê re qehremanên mezin derketin. Navê wan wê bikevin rûpelên pîroz ên dîrokê. Îro em qala azadiyê dikin. Ev bi rêya qehremanên mîna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz re pêk hatiye.”
Ji saziya Malabatên Şehîdan Ahmet Aktaş axivî û diyar kir ku mêtîngeran bi sed salane zilmên mezin li ser civakê dikin. Bi van polîtîkayan tirsekî mezin derxistine holê. Aktaş wiha anî ziman: “Ev tirs bi saya van hevalan şkand. Zanabûn têrê nake, cesaret jî pir pêwîst e. Tirs, bi cesareta Mazlûman û Egîdan hat şkandin.”
Berdevka Saziya Malbatên Şehîdan Perîhan Okûtûcu helbest xwend. Endamên din ên malbatên şehîdan ên ku beşdarvan jî mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku divê her kes ji bo ji nû ve avakirina Cizîr û Sûrê bikevin nava hewldanan.
Di bîranînê de ji bo şehîdan dua hatin kirin û xwarin hat danîn.