Li Nisêbînê ku terora rejîma AKP’ê dewam dike, çeteyên AKP/Qesrê yên bi tank, top û hewanan bi hilweşîna taxan hewl didin bi pêş ve biçin, ji milê din jî lêkirina dîwarê sînorê Qamişlo û Nisêbînê didomînin.
Ji Rêya Îpekê ya ji roja qedexeyê ve li trafîkê girtiye, TIR tên derbaskirin.
TIR’ên ku dîwarên beton barkirî, piştî barê xwe li sînor datînin careke din vedigerin.
Ji milekî êrîşên qirkirinê dewam dikin ji milê din jî danîna dîwar dewam dike.
Bi dehan TIR’ên dîwarên beton barkirî ji bo sînorê Qamişlo lêkirin, bi wesayîtên zirxî re ji Rêya Îpekê tên derbaskirin.