Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê 15 gerîla û şervan bibîr anî
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, 15 gerîla û şervanên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Adarê ya salên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
ANF
HEWLÊR
sêşem, 29 adarê 2016, 07:20
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, 15 gerîla û şervanên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Adarê ya salên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Malbatên Şehîdan de hat gotin, "Di serî de fermandarê mezin artêşbûyîna neteweyî ya Kurdan hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Çavkaniya têkoşîn û berxwedana azadiyê ya ji Efrînê heta Xaneqînê, ji Geverê heta Kerkûkê tê meşandin, rêbaza têkoşînê ya hevalê Egîd e. Piştî ku Fermandar Egîd guleya destpêkê berda mêtîngeriyê, ciwanên me yên ji Başûrê Kurdistanê jî dan du wê guleyê û herikîn nava refên azadiyê. Bi dehan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê û herêmên din ên Rojava kirin, berê xwe dan Rojava, tevlî şerê li vir bû û şehîd ketin. Van şehîdan nîşan dan ku Kurd dikarin di oxira armancekê de bibin yek. Ev şehîdên me yên ku ji bo Başûrê Kurdistanê çavkaniya rûmetê ne, ji Dr. Sîrwanan heta Viyanan di nava refên artêşa neteweyî de mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anîn e. Weke Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê em soz didin ku ji bo bîranînên wan têkoşîna azadiyê heta serketinê mezin bikin.
Rêber Apo di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de, ji ber dilsoziya bi her şehadetê re, têkoşîn bi pêngaveke nû re gihand roja îro. Em jî divê ji bo dilsoziya bi şehîdan re, têkoşîna şoreşê ya îro li welatê me mezin bûye, bi pêngaveke nû re bi azadiya Rêber Apo û gelê me re tacîdar bikin. Lewma divê her kes zanibe, weke gel û tevgerê em ji her demê bêhtir xurt in û nêzî serketinê ne. Ji ber vê yekê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ji bo di nava vê pêvajoya şoreşê de cih bigirin."
Nasnameyên gerîlayên ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ve hat eşkerekirin bi vî rengî ne:
Nasnav: Dilgeş
Nav paşnav: Letîf Osman Mihemed
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1977/ Zaxo
Dema tevlîbûnê: 1992/Behdînan
Dem û cihê şehadetê: 07.03.1994 Gabar
Nasnav: Zagros
Nav paşnav: Hewre Mihemed
Dem û cihê ji dayikbûnê: Germiyan Kelar
Dema tevlîbûnê: 2014
Dem û cihê şehadetê: 08-03-2015 / Gundê Til Xinzir - Rojava
Nasnav: Welat
Nav paşnav: Cengî
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1974/ Beytûn-Dûkan
Dema tevlîbûnê: 1993-Zelê
Dem û cihê şehadetê: 1995- Colemerg- Gever
Nasnav: Şoreş
Nav paşnav: Behrem
Dem û cihê ji dayikbûnê: Taxa Bextiyar - Silêmaniye
Dema tevlîbûnê: 1997
Dem û cihê şehadetê: 12-03-1997-Xakurkê
Nasnav: Slav Soran
Nav paşnav: Eyşe
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1976- Qesre- Çoman
Dema tevlîbûnê: 2001
Dem û cihê şehadetê:24-03-2012-Bedlîs - Xîzan
Nasnav: Qendîl Rênas
Nav paşnav: Herem Celal Mihemed
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1980 - Silêmaniye
Dema tevlîbûnê: 1997
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2001- Ava Basya-Herkî
Nasnav: Mîrza Botan
Nav paşnav: Mihemed Hesen Mihemed
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1996 - Qeladizê
Dema tevlîbûnê: 2014
Dem û cihê şehadetê: 08-03-2015 - Til Hemîs - Rojava
Nasnav: Karker Ciwanro
Nav paşnav: Kawan Îbrahîm Reşîd
Dem û cihê ji dayikbûnê: Silêmaniye
Dema tevlîbûnê: 1998 - Qendîl
Dem û cihê şehadetê: 25-03-2006 - Başûrê Mûşê
Nasnav: Viyan
Nav paşnav: Hîran Gejbûn
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1970 - Hewlêr
Dema tevlîbûnê: 1993
Dem û cihê şehadetê: 07-03-2003 - Gundê Suredê - Qendîl, ji ber komployê
Nasnav: Genco Germiyan
Nav paşnav: Ahmet Mûhammet Abas
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1997 - Koyê
Dema tevlîbûnê: 31-08-2014 - Kerkûk
Dem û cihê şehadetê: 02-03-2015 - Gundê Celbiye - Kobanê - Rojava
Nasnav: Cûma Duhok
Nav paşnav:
Dem û cihê ji dayikbûnê: Duhok
Dema tevlîbûnê:
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Adarê - Duhok
Nasnav: Bermal Metîna
Nav paşnav: Hena
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1981 - Duhok
Dema tevlîbûnê: 1994 - Behdînan
Dem û cihê şehadetê: 1997- Hefttebax
Nasnav: Berxwedan
Nav paşnav: Aştî Omer Heme Emîn
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1980 - Gundê Kanîgoman - Silêmaniye
Dema tevlîbûnê: 15-01-1998
Dem û cihê şehadetê: 05-03-1998-Qeredax
Nasnav: Agirî Hewreman
Nav paşnav: Meshût Emîn
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1991- Helebçe
Dema tevlîbûnê: 21-10-2014
Dem û cihê şehadetê: 24-03-2015 - Til Xinzir - Serêkaniyê - Rojava