Li Hezexê 3 meh in qedexe didome
Li Hezexê qedexeya derketina kolanan a ji 16’ê Sibatê destpêkirî di roja xwe ya 87. de berdewam dike. Li navçeya ku qedexeya kolanan lê didome, talankirina çeteyên Qesrê jî berdewam dikin.
Li Hezexê qedexeya derketina kolanan a ji 16’ê Sibatê destpêkirî di roja xwe ya 87. de berdewam dike. Li navçeya ku qedexeya kolanan lê didome, talankirina çeteyên Qesrê jî berdewam dikin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê qedexeya derketina kolanan a ji 16’ê Sibatê ve destpêkirî di roja xwe ya 87. de berdewam dike. Piştî êrîşên qirkirinê yên 22 rojan berdewam kir, bi qedexeya derketina kolanan re çeteyên Qesrê û cerdevanan destpêkê kevirên parka navçeyê rakirin û cerdevanan birin gundên xwe. Çeteyên Qesrê yên ku bi van kiryarên xwe sînordar neman piştre jî dest bi dagirkirin û hilweşandina dikan û malan kirin û şewitandin.
Bi rojan e ku çeteyên dewletê li navçeyê malan dişewitîne, duh bi şev jî gelek mal şewitandin. Ji xebatkarên agirkuj ên ku dixwestin agirê di avahiyan de vemirîne, Mûrat Guleç birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Qedexeya derketina kolanan a ku hê jî li ser navçeyê didome nayê zanîn ka wê kengî bê rakirin. Parlementerê HDP’ê Ferhat Encû bang li gelê ku malên xwe terikandî kir ku vegerin malên xwe û xwedî li malên xwe derkevin.