"Pêwîstiye gel bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne"
Hevseroka SES Şaxê Amedê Selma Atabey bang li Wezîrê Tenduristiyê kir û got, "Pêwîstiya gel niha bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne. Pêwîstiya xwe bi xizmetên civakî, bi taybetî bi xizmetên tenduristiyê heye."
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED / ANF
sêşem, 29 adarê 2016, 07:00
Hevseroka SES Şaxê Amedê Selma Atabey nerazîbûn nîşan da, ku Navendên Tenduristiyê yên Malbatê tên xerakirin û li şûna wan navenda polîsan û qereqol tên çêkirin. Atabey bang li Wezîrê Tenduristiyê kir û got, "Pêwîstiya gel niha bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne. Pêwîstiya xwe bi xizmetên civakî, bi taybetî bi xizmetên tenduristiyê heye. Divê Wezîrê Edaletê êdî bes xizmetê ji şer re bike. Ji bo saziyên tenduristiyê û parastina tenduristiya gel hîn bêhtir tedbîran werbigire."
Navendên Tenduristiyê û Nexweşxaneyên li qadên berxwedanê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dorpêçkirin, weke biryargeha leşkerî hatin bikaranîn. Dewleta AKP'ê piştî vê yekê hîn bêhtir zêdegavî kir û vê carê jî Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (NTM) xera kirin û amadekariyan dike ku van qadan veguherînin navendên polîsan û qereqolan.
Dewleta AKP'ê, ku di çarçoveya konsepta şer de di bin navê 'cemawerî' de dest datîne ser erd, xanî û qadên jiyanê yên gel, qîma xwe bi vê jî nîne û niha dest bi xerakirina nevandên xizmeta tenduristiya gel. Dewleta AKP'ê di destpêkê de li navçeya Amed Rezanê, NTM ên bi hejmara 2. û 3. (Ocaxa Tenduristiyê ya bi Hejmara 1.) xera kir. Wê NTM ên bi hejmarên 5. û 6. ên li Rezanê û NTM a bi hejmara 1. a li semta Alî Paşa ya Sûrê xera bike û li şûnê qereqol û navenda polîsan çêbike.
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Şaxê Amedê Selma Atabey nerazîbûn nîşan da, ku Navendên Tenduristiyê yên Malbatê tên xerakirin û li şûna wan navenda polîsan û qereqol tên çêkirin.
Atabey got, "Bi qasî 3 meh berê, doktor û berpirsyarên li Ocaxa Tenduristiyê ya Hejmara 1. ji me re gotibûn, ku pêkane bê hilweşandin. Ji ber ku Walîtiyê û Midûriyeta Tenduristiya Gel ji van hevalên me re agahî dabû ku wê Ocaxa Tenduristiyê ya bi Hejmara 1. a li Rezanê bê xerakirin û radestî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr were kirin. Piştî ku me bihîst, weke Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Platforma Tenduristiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di vê daxuyaniyê de me ragihand ku xerakirina ocaxeke tenduristiyê ya bûye malê gel û çêkirina qereqolê li şûna wê, tiştekî rast nîne. Li ser vê yekê me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir û der barê mijarê de li Meclîsê pêşnûme pirsek hat pêşkêşkirin. Lê belê weke ku hûnê jî texmîn bikin, me bersiv negirt. Tevî Meclîsê me bi Waliyê Amedê re jî hevdîtin kir. Me xwest hîn bibin, ku ev tiştên me bihîstine rast in yan na. Bêguman dîsa me bersiveke zelal negirt. Lê belê mehek beriya van serlêdanên me, têkildarî rewşa Ocaxa Tenduristiyê ya bi Hejmara 1. a Rezanê teblîgat hat. Di vê teblîgatê de dem nedihat diyarkirin, lê belê dihat gotin ku divê ocax derhal bê valakirin. Di 15'ê Adarê de li Rezanê derketina derve hat qedexekirin û di 17'ê Adarê de li hevalên me geriyan û xwestin ocax derhal were valakirin."
'OCAXA TENDURISTIYÊ YA ME YE, EM NAXWAZIN BIBIN QEREQOL'
Atabey da zanîn, xerakirina Ocaxa Tenduristiyê ya bi Hejmara 1. rastî nerazîbûna gel hatiye û got, "Ocaxa Tenduristiyê ya 1. a Rezanê, ku weke Navendên Tenduristiyê yên Malbatên bi Hejmarên 2. û 3. tên binavkirin, navendeke tenduristiyê ya ji her alî ve temam bû. Li her navendekê 5 doktor, bi giştî 10 doktora û 10 hemşîre hebûn. Xizmet dida 55 hezar kesî. Ji aliyê cih ve jî li deverek ku gel bi hêsanî dikarîbû xwe bigihanda bû. Qadeke ku gel mîna mala xwe didît bû. Piştî gotinên il ser hilweşandina wê, gel nerazîbûneke cidî nîşan da. Welatî û esnafên li herêmê kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Tevî vê yekê gel bi wekîlên AKP'yî re jî hevdîtin kirin û gotin, 'Ocaxa Tenduristiyê ya me ye, em naxwazin bibin qereqol'. Lê belê daxwaza gel û Platforma Tenduristiyê ji nedîtî ve hat. Di 26'ê Adarê de Ocaxa Tenduristiyê ay bi Hejmara 1. hat xerakirin û me ev yek ji televîzyonê bihîst."
'WEZÎRÊ TENDURISTIYÊ XIZMETÊ JI ŞER RE DIKE, DIVÊ DEST JI VÊ BERDE'
Atabey bibîr xist ku li NTM ên bi Hejmara 5. û 6. ên li Rezanê jî heman xeterî heye û bang li rêxistinên tenduristiyê kir, ku helwesteke zelal li dijî vê rewşê nîşan bidin. Atabey bang li Wezareta Tenduristiyê jî kir û got, "Ev navendên tenduristiyê xizmetê didin gel. Pêwîstiya gel niha bi leşker, polîs û hîn bêhtir 'ewlekariyê' nîne. Pêwîstiya xwe bi xizmetên civakî, bi taybetî bi xizmetên tenduristiyê heye. Divê Wezîrê Edaletê êdî bes xizmetê ji şer re bike. Ji bo saziyên tenduristiyê û parastina tenduristiya gel hîn bêhtir tedbîran werbigire."