Hewara edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 51. de ye

Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê, bi daxwaza “Ji bo Roboskiyê edalet û berpirs bên dadgehkirin” li Qada Galatasarayê daxuyaniyek da.

Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê, bi daxwaza “Ji bo Roboskiyê edalet û berpirs bên dadgehkirin” li Qada Galatasarayê daxuyaniyek da. Parêzvanên mafê mirovan ên ku daxwaza edaletê 51 meh in ji bo 34 ciwanê Kurd dixwazin, gotin; “Roboskî Pirsûs e, Cizîr e, Enqere ye, Nisêbîn e, Sûr e, Sûltanahmet e û Îstiklal e” û daxwaz kirin ku berpirs bên lêpirsînkirin.

Bi daxwaza “Ji bo Roboskiyê Edalet û berpirs bên dadgehkirin” ev 51 meh in, her 28 mehê endamên Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê li Qada Galatasarayê kom dibin, daxwaz dikin ku berpirsyarê qetilkirina 34 ciwanên Kurd ên ku piraniya wan zarok bûn ku ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin bên dadgehkirin. Di çalakiyê de pankarta “ Êdî bes e- qetlîama Roboskiyê di sala 4. de ye, Enqere, Pirsûs, Reyhanlî, Amed Sûr- Cizîr û Nisêbîn dor hatiye kê? Wêneyê Serokê Baroya Amedê û parêzerê Malbatên Roboskî Tahîr Elçî yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin û wêneyê 34 ciwanên Kurd hatin hilgirtin. Di çalakiyê de nameya Erkan Encû yê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû hat xwendin. Vê mehê li ser navê parêzvanên mafê mirovan Sevîm Kalman daxuyanî xwend.

Kalkman bi bîr xist ku qetlîama Roboskiyê ev 5 sal li pey xwe hişt û hê jî hesabê qetlîamê nehatiye pirsîn û anî ziman ku dewlet û hikûmet ji bo xwe ji lêpirsînê biparêzin, hemû rê û rêbaz bi kar anîne, hemû hêzên siyasî, leşkerî û burokrasî bi kar tîne û ji hesabpirsînê direve. Kalman diyar kir ku divê hesabê qetlîama Roboskiyê bê pirsîn, li Pirsûsê, Reyhanliyê, Amed, Enqere, Sûltanahmet û herî dawî li Rêya Îstiklalê bombeyên zindî û bi wesayîtên bombebarkirî welatiyên sivîl hatin qetilkirin, dîsa bi qedexeya kolanan a ku li Farqîn, Silopiya, Gimgim, Hezex, Kerboran, Cizîr, Sûr, Colemêrg û Nisêbînê ku mafê bingehîn ê jiyan û tendirûstiyê yê milyonek û 642 hezar kesan tên ixlalkirin, 355 hezar kes ji neçarî koçber bûn, 310 kesên sivîl ku piraniya wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.

Kalman wiha got: “Roboskî Pirsûs e, Cizîr e, Enqere ye, Nisêbîn e, Sûr e, Sûltanahmet e, Îstiklal e” û bi bîr xist ku heta berpirs bên dadgehkirin wê nobeda xwe berdewam bikin.

 

...