Li Hezexê vê carê jî agir berdan kargehan
Li Hezexê li gel domandina qedexeya derketina derve, kargehên li Kolana Adîle Naşîtê jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin.
Li Hezexê li gel domandina qedexeya derketina derve, kargehên li Kolana Adîle Naşîtê jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên şewitandin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ya di 16'ê Sibatê de destpê kir, ev 40 roj e didome. Li navçeyê di baregeha qedexeya derketina derve de hêzên rejîmê û cerdevanan berê agir berdabûn malên li taxên Tûrgût Ozal û Yeniyê. Talana hêzên çekdar yn li navçeyê îro jî didome. Çeteyên Qesrê tevî cerdevanan li navçeyê agir berdidin kargeh û malên li Kolana Adîle Naşîtê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encû yê li navçeyê ye, bang li gelê navçeyê kir ku li hemberî êrîş û talanên hêzên rejîmê vegerin navçeyê û xwedî li navçeyê derkevin.