Hêzên AKP'ê li Geverê malan dişewitînin
Li Geverê hêzên şer ên hikûmeta AKP'ê ku nikarin berxwedana gel bişkînin û bikevin taxan malan didin ber agir.
Li Geverê hêzên şer ên hikûmeta AKP'ê ku nikarin berxwedana gel bişkînin û bikevin taxan malan didin ber agir.
Li hemberî dorpêç û êrîşên qirkirinê, berxwedana gelê Geverê 13 roj in didome û li gel hemû êrîşan jî hêzên şer ên hikûmeta AKP'ê nikarin berxwedana gel bişkînin. Êrîşên ku di saetên sibehê de li hemberî taxên berxwedanê hate destpêkirin hê jî didome û hêzên rejîma AKP'ê ji ber ku nikarin berxwedana gel bişkînin û bikevin taxan dest bi şewitandina malan kirin. Hêzên AKP'ê her wiha destûr nadin ku komên agirkuj şewatan vemirînin.
Li navçeyê bombebaran didome û bi taybet topbarana li taxên Gungor û Cûmhûriyetê zêde bûye.