BI DÎMEN

Li bajarê Kakaiyan Daqûqê agirê Newrozê cara yekemîn hat pêxistin

Li navçeya Kerkûk Daqûqê, tevgera Azadiya Komalgey Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê organîze kir û bi hezaran kes tevlî bûn.

Li navçeya Kerkûk Daqûqê, tevgera Azadiya Komalgey Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê organîze kir û bi hezaran kes tevlî bûn.

Di pîrozbahiya bi dirûşmeya "Bi berxwedana neteweyî re em Rêbe Apo azad bikin, xwedî li destketiyên Başûrê Kurdistanê derkevin" de gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re Newroz pîroz kirin.

Lil dû deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp, agirê Newrozê yê cara yekemîn li vê derê tê pêxistin, ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxisitn. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, Qeymeqamê Daqûqê Dr. Emîn Xwakerem û gerîlaya HPG'ê Bêrîtan Gever axivîn.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê ev du sal in êrîşî jiyan û azadiya gelê Daqûqê dikin û ji ber ku xeteriya DAIŞ'ê ya li ser gelê Daqûqê bi temamî ji holê rakirine ew spasiyên xwe pêşkêşî gerîla û hêzên pêşmergeyan dikin.

Abdullah da zanîn, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê roj bi roj mezin dibe û got, "Têkoşîna azadiyê bi bedenên Mazlûman û Zekiye Alkanan ên bûn agirê Newrozê, gihaşt roja îro. Kes nikare li hemberî têkoşîneke bi vî rengî bisekine." Abdullah destnîşan kir, ku heta gel, gerîla û şervanên wan ên berxwedêr û leheng hebin, ti kes nikare wan li derveyî nexşeya herêmê bihêle."

Qeymeqamê Daqûqê Dr. Emîn Xwakerem jî beşdarên pîrozbahiyê silav kir û got, "Piştî ku min îro li vê derê coşa ewqas mirovên ji çar aliyên Kurdistanê hatine vê derê dît, ez bawerim ne tenê DAIŞ, kî tê bila were, kes nikare azadiya vî gelî ji dest bigire."

Xwakerem di dewama axaftina xwe de bang li partiyên siyasî yên Kurd kir û got, "Azadiya Kurdistanê armanca hevpar a me hemûyan e. Em ji ti devera Kurdistanê neçûne û xaka kesî dagir nekirine. Timî ji derve ve êrîş li hemberî welatê me hatiye kirin. Li hemberî vê yekê gerîla ji Bakurê Kurdistanê tê û xwe ji bo azadiya Daqûq, Kerkûk û Xaneqînê feda dike. Ji ber ku xwe weke xwediyê vê xakê dibînin. Xwe ji azadiya mirovên li vê derê berpirsyar dibînin. Wê demê, çawa ku em agirê Newrozê bi hev re pêdixin, werin em bi hev re welatê xwe ji nû ve azad bikin."

Li ser navê hêzên YJA Star û HPG'ê yên li Daqûqê Bêrîtan Gever mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê. Gever li dijî van êrîşan banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd kir.

Gever da zanîn, ku ji Bakurê Kurdistanê heta Rojava, heta Başûrê Kurdistanî li gelek herêmên Kuerdistanê niha şer diqewime û got, "Çete êrîşî gelê me dikin û wan qetil dikin. Lê belê li her cihê êrîş lê tên kirin, bi berxwedaneke dîrokî û bi heybet re têkoşîneke bi rûmet tê meşandin. Em ê li hev bicivin, hêza xwe bikin yek û hemû êrîşan pûç bikin. Bi coşa Newrozê em ê azadiya bi rûmet bînin ji welatê xwe re."

Li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (REJAK) Lawîn Nûreddîn li pîrozbahiyê axivî, Newroz pîroz kir û got, "Şoreşa Kurdistanê çawa ku li Rojava û Bakur bi pêşengiya jinê tê avakirin, li Başûrê Kurdistanê jî wê ev şoreş bi pêşengiya jinê bafire."

Awazên Çiya jî bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' hat pêşwazîkirin û gel li ber stranên Awazên Çiya govend gerand.

Eyup Kakaî jî helbesên xwe yên li ser Kurdistanê xwend. Piştre hunermendên xwecihî derketin ser dikê û pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê li ber stranên wan dewam kir.

Gelê, gerîla û pêşmergeyên li Daqûqê ji ajansa me re axivîn û gotin, "Em gelekî kêfxweş in ku Newrozê bi hev re pîroz dikin. Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku vî agirê azadiyê gur bike. Divê her kes bi coşa Newrozê xwedî li federasyona Rojava û berxwedana Bakurê Kurdistanê derkeve."

...