Li navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedan lê didome, di dibistaneke ku çeteyên Qesrê ketinê de teqînek mezin pêk hat. Di encama teqînê de avahiya dibistanê bû topek agir, tê gotin ku mirî û birîndar hene.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku bi “qedexeya kolanan” re êrîş û bomberdûmanên dijwar dewam dikin, di navbera hêzên çekdar ên rejîmê û hêzên YPS/YPS Jinê de şerên dijwar diqewimin. Di dibistaneke ku leşker û tîmên taybet bi hev re li ser taxên berxwedanê operasyon li dar xistin de teqîneke mezin pêk hat. Li taxên ku cih bi cih dengê çekan bilind dibin, nehat zanîn bê ka li kîjan dibistanê teqîn pêk hatiye, avahî hê dişewite.
Piştî teqînê ambûlan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tê gotin ku mirî û birîndar hene.