NÛ BÛ

HPG: Li Qereqola Mermer a Licê 28 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkîldarî çalakiya duh a li hember qereqola Mermer a li rêya Amed-Licê daxuyanî da, got çalakî ji aliyê ‘Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger’ hatiye lidarxistin û bi zelalî 28 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 24’ê Adarê saet 21.15’an hêzên gerîlayên wan li hember Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya navçeya Licê ya Amedê ye, çalakiyek sabotajê ya berfireh li dar xistine. HPG’ê têkîldarî detayên çalakiyê ev agahî dan:

“Li hember Qereqola Jendermeyan a Mermer ku 60 leşker lê bûn, dema 20 endamên JOH’ê yên ji bo operasyonê ji derve hatibûn jî di hundir de bûn, hêzên me çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di encama wesayîtek taqemeniyek zêde barkirî di nav 2 çeperên qereqolê de hate teqandin, avahiya pêşî ya qereqolê, avahiya îdarî-kontrol, avahiyên xwaringeh, gazîno û razanxane bi temamî hilweşiyane.

2 wesayîtên Ranger, 1 wesayîta Dag Geyîgî û Panzerek li pêşiya qereqolê bi temamî hatin îmhakirin. Piştî teqînê, hêzên gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî bi awayekî bandor qereqol kirin hedef. Di çalakiyê de bi zelalî 28 leşker hatin kuştin, 32 leşker jî birîndar bûn. li gor çavkaniyên herêmî zêdetirî 30 leşkerî mirîne û hate hînbûn ku piştî çalakiyê tenê 5 leşker li ser lingan mane.

Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger hate lidarxistin; ji bo bersivdayina êrîşên li ser şehîdgehên me yên Amedê, ji bo Fermandar Çiyager Batman û hevalên pê re heta guleya xwe ya dawî bi berxwedanê li Sûra Amedê gihiştin şehadetê û ji bo şehîdên gelê Sûr-Cizîrê hatiye lidarxistin. Nûçeyên medyaya şerê taybet û Fermandariya Giştî ya Tirk ên weke 3 leşker mirine û 24 birîndar bûne nûçeyên derew ên ji bo nixumandina rastiyan e.”