Artêşa Tirk Geliyê Avaşîn bombe kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer Geliyê Avaşîn û helîkopterên Kobra qada gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer Geliyê Avaşîn û helîkopterên Kobra qada gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bombe kirine. Destnîşan kir ku di êrîşa li ser Licê de baxçeyên gel zerar dîtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “24’ê Adarê saet 15.30-16.30’an balafirên şer ên TC qada Geliyê Avaşîn a girêdayî herêma Avaşîn bombe kirin.

23’yê Adarê saet 13.00’an 2 helîkopterên Kobrayê li qada gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê dan. Di encama êrîşê de baxçeyên gelê qadê zerar ditîne.”