Arjîn Garzan û hevalên wê li Bedlîsê hatin bibîranîn

Ji Fermandarên Eyaleta Garzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan) û 14 gerîlayên YJA Starê yên di şerê 2012’an li bejahiya gundê Olek ê girêdayî Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Bedlîsê bi aktîvîteyekê ve hatin bibîranîn.

Ji Fermandarên Eyaleta Garzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan) û 14 gerîlayên YJA Starê yên di şerê 2012’an li bejahiya gundê Olek ê girêdayî Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Bedlîsê bi aktîvîteyekê ve hatin bibîranîn.

Endamên KJA’yê ji bo ji Fermandarên Eyaleta Garzanê Leyla Altan (Arjîn Garzan) û gerîlayên YJA Starê Asiye Gunduz (Toprak Canfeda), Meyaser Orbay (Diljin Cilo), Welat Argiş (Beritan Timok), Şehriban Argiş (Ruken Aslan), Asuman Mucel (Viyan Dirok), Yildiz Cimo (Rojda Efrin), Selma Avcı (Berfin Roza), Ayşe Ahmet (Silav Soran), Perihan Parlak (Berivan Semsur), Gulistan Basutçu (Yêrîvan Azadî), Gurbet Altun (Rojevin Amed), Aklime Sezer (Jîyanda), Fatma Karayil (Gulbahar Amed), Mizgin Aratemur (Hêvî Roj) ên di şerê 2012’an li bejahiya gundê Olek ê girêdayî Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, Avahiya Tekelê ya kevn a girêdayî Şaredariya Bedlîsê aktîvîteyekê bîranînê li dar xistin.

Di bîranînê de malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, rêveberên HDP û DBP’ê, Komaleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamya (MEYADER) Û gel amade bûn. Li salona ku bîranîn pêk hat pankarta wêneyên 15 gerîlayên jin û nivîsa “Şehîd Namirin” lê ye hate daliqandin.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, xwişka Leyla Altan (Arjîn Garzan) Sohbet Çetîn axaftinek kurt kir, got: “Hevalên jin ên bi hovîtî hatin qetilkirin, berxwedanek bê hempa raber kirin. Ez di şexsê hevalên jin de tevahî şehîdên me bi bîr tînim. Em wek dayik, naxwazin ku ev hovîtî û dijminantî bidome.”
Piştî axaftinan, pêşendana sînevîzyonê ya jiyana her 15 gerîlayên jin vedibêje hat temaşekirin.