Êrîşên li Nisêbînê zêde dibin
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbînê de giran bûn.
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbînê de giran bûn.
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbînê de ket roja 12'an. Tîmên ku nikarin bikevin taxan, malên welatiyên sivîl ji çend nuqteyan bombebaran dikin û dixwazin têkevin malan. Tîmên ku li derdora Qada Newrozê hatine bicihkirin, nava taxa Firat û Abdûlkadîrpaşa gulebaran dikin.
Bi konvoyan wesayitên harfiyatên kûm û kîsên mewziyan ji tîman re dibin. Gelek wesayitên harfiyatê di saetên nîvro de bi konvoyekê kûm û kîsên mewziyan ji tîman re birin têketina taxan.
Şerên di navbera YPS, YPS-JIN û tîmên taybet didomin.