Êrîşên li Nisêbînê dewam dikin
Li Nisêbîna ku êrîşên hêzên dewletê her lê dewam in, bi şev û roj şer diqewime.
Li Nisêbîna ku êrîşên hêzên dewletê her lê dewam in, bi şev û roj şer diqewime.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, 'tîmên taybet' ên Tirk bi şev û roj êrîşî qadên berxwedanê dikin. Ev 13 roj in 'tîmên taybet' êrîşên dijwar dibin ser 6 taxan û dikin nakin nikarin xwe bigihînin van qadên berxwedanê. Hêzên rejîma Tirk ên nikarin berxwedanê bişikînin bi tankan li malên sivîlan dixin.
Nîvê şevê, dema 'tîmên taybet' hewl dan bikevin nava taxê, teqîneke dijwar rû da. Piştî bêdengiya dememke kurt, 'tîmên taybet' êrîşên xwe yên li hemberî taxan dewam kirin. Şer heta danê sibehê dewam kir.
Hêzên YPS û YPS Jin bersivê didin êrîşên hêzên rejîma Tirk û nahêlin ew bikevin nava taxan.