YPS: 19 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di çalakî û şerên li Şirnex, Gever û Nisêbînê de 19 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakî û şerên li Şirnex, Gever û Nisêbînê daxuyaniyek nivîskî weşand

YPS’ê ev detay bi raya giştî re parve kirin:

“GEVER

24’ê Adarê saet 17.00’an di çalakiya li hember sekvanekî tîmên taybet ê li maleke Taxa Cûmhûriyetê hatibû bicihkirin de ev sekvan hate kuştin.

25’ê Adarê saet 04.30-05.00’an yekîneyên me yên berxwedanê tîmên taybet ên di avahiyekê de bi çekên giran kirin hedef. Ji ber derfetên çûyina ser cenazeyan û ketina avahiyê çênebû, hejmara zelal a polîsên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Gelek ambûlansên hatin cihê bûyerê, mirî û birîndar rakirin. Li vir gelek polîsên mirî û birîndar hene, lê hejmar ne zelal e.

Dijmin ji bo li hember yekîneyên li ser rêya Şemzînanê çalakî pêk neyên, bi rêya qereqolên derdor ev der bi awayekî dijwar daye ber çekan.
Di şerên 18’ê Adarê de şervanê me yê YPS’ê Zeydan Yanar gihiştiye Şehadetê.

ŞIRNEX

23’yê Adarê saet 06.30’an yekîneyên me yên berxwedanê li hember kulubeya nobedê ya ewlehiya walîtiyê ya li Taxa Ataturk a li navenda Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de endamekî POH’ê hate kuştin. Di heman rojê saet 07.00’an hêzên me yên parastinê wesayîtek Kobra ya li taxa Omerkoyê kirin hedef. Wesayît bi temamî hate îmhakirin, hejmara polîsên mirî nehate zelalkirin.

23’yê Adarê dema wesayîtek zirxî ya Kobrayê hewl da têkeve Taxa Cûmhûriyetê, hêzên me yên berxwedanê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Piştî çalakiyê wesayît bi temamî hate îmhakirin, hejmara polîsên mirî yên tê de nehatin zelalkirin.

23’yê Adarê yekîneyên me yên berxwedanê li hember leşkerên li Girê Ziyaret ê li Taxa Cûmhûriyetê kom bûyî çalakiya sûîqestê li dar xistin, bi zelalî 2 polîs hatin kuştin. Di heman demê de leşkerekî çeka A-4 bi kar tanî jî bi sûîqestê hate kuştin.

21’ê Adarê dema çeteyên Qesrê, bi tankan hewl dan bikevin Taxa Yeşîlyûrtê di encama bersivdayina ciwanên taxê de leşkerekî li ser tankê hate kuştin.  

22’yê Adarê dema kepçeyekê hewl da bikeve Taxa Yeşîlyûrtê li ser bersivdayina ciwanên taxê pêş de neçû. Bi vekişîna kepçeyê ve vê carê jî Kobraya ji bo destwerdanê hat bû hedefa yekîneyên me yên xweparastinê û bêkêr bû. Piştre dijmin ev wesayît ji cihê bûyerê kişand.

24’ê Adarê mala ku polîsên li taxa Dîcleyê wek biryargeh bi kar tanîn bû hedefa yekîneyên me yên berxwedanê. Li vir hejmara zelal a polîsên mirî nehat zanîn, gelek ambûlansan mirî û birîndaran rakir.

24’ê Adarê li Taxa Omer Kabak piştî gulebarana hêzên me yên berxwedanê sekvanekî dijmin hate kuştin.

Dijmin li taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevlerê bi roketan bi awayekî giran êrîş dike.

NISÊBÎN

24’ê Adarê danê nîvro wesayîteke zirxî ya Akrep a ji bo operasyonê hate Taxa Kanîka, bû hedefa hêzên me yên berxwedanê ya bi roketên B-7. Di encam de wesayît hat bêkêrkirin, hejmarên çeteyên Qesrê yên mirî nehatin zelalkirin. Piştre 2 ambûlansên hatin cihê bûyerê mirî û birîndar rakirin.

23’yê Adarê saet 12.00’an di 2 çalakiyên yekîneyên me yên berxwedanê yên li Taxa Koçer de leşkerek hate kuştin, yek jî birîndar bû. Dîsa di çalakiyên danê êvarî saet 02.00’an de jî 2 leşker hatin kuştin.

24’ê Adarê di çalakiyên li ser 4 malên ku çeteyên Qesrê hewl didan tê de bi cih bibin de herî kêm 9 POH hatin kuştin, POH’ek jî birîndar bû.

Di şerên li Nisêbînê de 2 şervanên me yên YPS bi berxwedan û şerekî lehengî ve gihiştine Şehadetê.

Sicîlên şervanên me wiha ne: 

Nasnav: Sînan Bagok 
Nav û Paşnav: Nûrûllah Bozdoga
Navê Dayik-Bav: Rûkiye - Omer
Jidayikbûn: 1989 / Nisêbîn
Şehadet: 24 Adar/Nisêbîn

Nasnav: Bawer Mardîn
Nav û Paşnav: Mehmet Reşît Alp
Navê Dayik-Bav: Emîne - Mehmet Alî
Jidayikbûn: 1989 / Stewr
Şehadet: 24 Adar/Nisêbîn.”