NÛ BÛ

Gundê Medîbanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin

Gundê Medîbanê yê li rojavayê Şengalê ye û ji bo DAIŞ’ê xwedî girîngiyek stratejîk e, îşev saet nêzî 17.00’an ji aliyê hêzên YBŞ-HPG’ê bi temamî hat rizgarkirin.

Gundê Medîbanê yê li rojavayê Şengalê ye û ji bo DAIŞ’ê xwedî girîngiyek stratejîk e, îşev saet nêzî 17.00’an ji aliyê hêzên YBŞ-HPG’ê bi temamî hat rizgarkirin.

Gundê Medîbanê yê li rojavayê Şengalê ku ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, ev nêzî hefteyekê ye ji aliyê hêzên YBŞ û HPG’ê hatibû dorpêçkirin. Îro hêzên YBŞ û HPG’ê operasyonek berfireh li dar xistin û gund bi temamî ji çeteyan paqij kirin.

Di operasyonan de bi dehan çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin. Tê payîn ku têkîldarî operasyon û encamên wê YBŞ û HPG daxuyaniyên bi detay bide.