Li Şirnexê 3 endamên tîmên taybet hatin kuştin

Li taxên Dîcle û Cûmhûriyet ên Şirnexê şerekî dijwar diqewime. Li gorî agahiyên destpêkê, di vî şerî de 3 endamên tîmên taybet ên dewleta Tirk hatine kuştin.

Li Şirnexê, bomberdûmana giran û berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam dikin. Ji duh bi şev û vir ve hêzên dewleta Tirk hewl didin bikevin nava du taxan. Di navbera hêzên rejîmê û endamên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar qewimî. Her wiha bi obusên ev du roj lin li ser rêya Qilabanê hatine bicihkirin, taxên Îsmetpaşa, Yenîmahale, Dîcle û Cûmhûriyetê tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket.

Bi vê bomberdûmanê de hêzên dewleta Tirk hewl dan bikevin nava taxên Dîcle û Cûmhûriyetê. Endamên YPS/YPS Jin bersiv dan êrîşa hêzên dewleta Tirk û şerekî dijwar li van her du taxan destpê kir. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, di vî şerî de herî kêm 3 endamên tevgera taybet ên Tirk hatine kuştin. Her wiha ji duh bi şev û vir ve ambûlans her di nava tevgerê de ne. Danê sibehê jî 5 ambûlansan birîndarên dewleta Tirk ji taxan rakirin û birin 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.

Li aliyê din, duh êvarê gelek maşînên zirxî di ser rêya Cizîrê re cebilxane derbasî 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan kirin. Bomberdûmana bi top û obusan a li hemberî bajêr dewam dike. Lİ taxan şerekî dijwar diqewime.