BI DÎMEN

Êzîdiyên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin: Bi saya Rêber Apo û şervanan em serbilind in

Êzîdiyên ku DAIŞ’ê dîl girtibûn û di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo ji aliyê gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ’ê hatin rizgarkirin, gotin “Bi saya Serok Apo û şervanan em serbilind in” û tiştên jiyîn vegotin.

10 jê jin, 41 jê zarok 51 Kurdên Êzîdî yên ku çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an dema Şengal dagir kirin dîl girtibûn, piştî hatin rizgarkirin bi xizmên xwe yên li çiyayên Şengalê li Meclîsa Jinên Êzîdî li hev civiyan.

Êzîdiyên ku çeteyên DAIŞ’ê dîl girtibûn û xizmên wan bûyerên 2 sal û nîvan ên ji hev cuda mane ji ANF’ê re vegotin.

‘LI MALÊN ME GIRTIN Û BIRIN REQQAYÊ’

Gozê Tilizer: “Ez ji gundê Verdiye yê Tilezerê me. 2 sal û nîvan di destê DAÎŞ’ê de dîl hatin girtin. Dema êrîş kirin em li malê bûn. Me li malê zeft kirin. Ez, zarok û hevjîna xwe bi hev re em hatin girtin. Hevjîna min ji me veqetandin; min nizanîbû bê ka li kû derê ye. Me birin Sûriyeyê. PIştî Reqqayê anîn vê derê. Heta şervanên me em rizgar kirin jî em di girtîgehê de bûn. YBŞ û gerîlayan em rizgar kirin.”

‘DAYIK Û BAVÊN MIN QETIL KIRIN’

Basma Şengal: “Roja yekemîn a fermana Şengalê dema em ji Şengalê ber bi çiyayan direviyan di rê de em girtin. Dayik û bavên min qetil kirin. Piştî em demekê li Şengalê girtin birin Tel Aferê. Em 3 mehan li Tel Aferê man. Jin û mêr birin cihên cuda. Mêr û zarok birin kû derê ez nizanim. Me jinan birin Sûriyeyê. Li girtîgehek binerd girtin. Yekane daxwaza min ew bû ku zarok û hevjînê min ji dest wan rizgar bibe. Me ji Reqqayê anîn vê derê. Xwişk û birayên min ên PKK, YBŞ, YJŞ, HPG’ê min û xwişk, birayê min rizgar kirin. Xwedê ji wan razî be.”
Sûlham Salih Mehmûd: “Ez ji gundê Til Benat ê girêdayî Şengalê me. Li Şengalê em dîl girtin. Em qelebalix bûn. Destpêkê li Şengalê girtin, piştre birin Til Aferê. Piştre Badûşa û Reqqayê. Ez nizanim malbat û hevsera min li kû de ne. Ji ber ew birin cihên cuda. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî nebaş nêzî me dibûn. Şîdet bi kar anîn. YBŞ, HPG’ê em rizgar kirin. Ez spasiya wan dikim. Daxwaza min ew e ku yên mane jî rizgar bibin.”
Alî Gurnuz: “Di nav ên hatine rizgarkirin keçapa min û xwarziyên min jî hene. Kesên ew rizgar kirin Xwedê ji wan razî be, spas dikim. Xwedê YBŞ, HPG, YJA Star û YJŞ’ê biparêze.”

 ‘BI SAYA SEROK APO Û ŞERVANAN EM SERBILIND IN’

Xwededa Berkaat: “Ez ji Sînune me. Yê min jî xizmên min hatin rizgarkirin. Niha li vir bi me re ne. Ez spasiya xwe ji YBŞ, YJŞ, HPG, YJA Starê re dikim. Yên hatin rizgarkirin tevahî xwişk, bira, dayikên me bûn. Em gelek tişt deyndarên kesên ku ji bo rizgarkirina wan şehîd ketine ne. Em bi mînet in. Bi wan re em serbilind in. Ez spasiya tevahî şervanan dikim. Bi saya Rêber Apo û şervanan em tevahî mirovên xwe yên dîlgirtî rizgar bikin.”

‘ME SOZA XWE PÊK ANÎ’

Di nav ên ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de malbata şervanê YBŞ’ê Zinar Şengal jî cih digire. Şengal têkîldarî rizgarkirina malbata xwe ev gotin: “Di nav ên hatin rizgarkirin de hevjîna min, zarok û xizmên min hebûn. Me soz dabû wan. Heta em tevahiya rizgar bikin em şer bikin, têbikoşin. Îro yên li vê derê tevahî malbata min in. Yên di dest çeteyan de jî dayik, bav, xwişk û birayên min in. Di vê pêngavê de roja me 51 mirovên xwe rizgar kirin, 3 hevalên me şehîd ketin. Em sozê didin wan, wê xwîna wan li erdê nemîne. Ez ji hemû kesên ked dane re spas dikim.”