BI DÎMEN

Li qadên gerîla pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin

Amed Malazgîrt piştî merasîma leşkerî, li ser wate û girîngiya rojê bi gerîlayan re civînek lidar xist û asta Newrozê ya roja îro vegot.

Li qadên gerîla, coşa Newrozê dewam dike. Di pîrozbahiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de endamê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Kendal Glord û ji fermandarên YJA Starê Gelaweş Colemêrg tevî gelek gerîlayan amade bûn. Fermandar Malazgîrt di pîrozbahiya Newrozê ya bi merasîma leşkerî destpê kir de axivî.

Amed Malazgîrt piştî merasîma leşkerî, li ser wate û girîngiya rojê bi gerîlayan re civînek lidar xist û asta Newrozê ya roja îro vegot.

Malazgîrt işaret bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan li zîndana Amedê afirand û destnîşan kir ku ev agirê bi sê derbikên niftikê hat pêxistin îro ji aliyê bi mîlyonan kesî ve li Kurdistanê tê pîrozkirin û geşkirin.

Malazgîrt diyar kir, ruhê teslîmiyet û xiyanetê qebûl nake yê li Cizîrê Mehmet Tûnç derket holê, ruhê Newrozê ye ku ji aliyê Mazlûm Dogan ve hat pêşdebirin û îro mezin bûye.

Malazgîrt da xuyakirin ku vî ruhê li Cizîrê xiyanet parçe kiriye û got, "Ev berxwedana azadiyê ya di nava şert û mercên herî giran de li bajarên Kurdistanê hat nîşandan, bi agirê Newrozê re geş bû û wê sala 2016'an bike sala Rêberê azad û avakirina jiyana azad."

Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêyên xwe yên li çiyê, zîndan û bajaran li ber xwe didin û li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.

Piştî axaftinan, gerîlayan govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

...