Li Dêrsimê binçavkirin, li Cizîr û Mersînê girtin
AKP a ku bi komkujiyan re nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Dêrsimê 8 kes hatin binçavkirin, li Cizîr û Mersînê 3 kes hatin girtin.
AKP a ku bi komkujiyan re nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Dêrsimê 8 kes hatin binçavkirin, li Cizîr û Mersînê 3 kes hatin girtin.
Li navçeyên Dêrsim Xoat û Pilemûriyê, operasyonên qirkirinê siyasî hatin meşandin. Bînalî Gulmez, Gul Demîr, Serdar Boztaş, Yilmaz Gurgul li Xozatê hatin binçavkirin. Welatiyên li Pilemûriyê hatin binçavkirin, navên wan nehat hînbûn. Di operasyonan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
ŞIRNEX
Piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan, hêzên dewleta Tirk li Cizîra Botan dest bi pêla girtin û binçavkirinan kir. Li navçeyê welatiyê bi navê Metîn Sûlmaz ê sê roj berê hatibû binçavkirin piştî îfadegirtinên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgeha nobedar kirin. Sûlmaz ji aliyê heyeta dadgehê ve bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ye hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
MERSÎN
Li navçeya Mersîn Tarsûsê, 6 kesên roja 20'ê Adarê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê radestî dozgeriyê hatin kirin. Li dû îfadeyê, dozgeriyê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'ragirtina madeyên teqemeniyê' xwest bên girtin û sewqî dadgehê kir. Dadgeriyê jî ji 6 kesan Tûrgût Demîr û Mehmet Emîn Aral girt.