Li Geliyê Şîlo 5 çete hatin kuştin
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê li Geliyê Şîlo di cih de bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û di şerê li vê derê de 5 çete hatin kuştin.
Şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê li Geliyê Şîlo di cih de bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û di şerê li vê derê de 5 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê dahê vê sibehê saet di 02.30 de êrîşî nuqteyên şervanên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Geliyê Şîlo kirin. Şervanan û gerîlayan di cih de bersiv dan êrîşê û bi qasî 2 saetan şer qewimî.
Hat ragihandin, di encama vî şerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.
Her wiha maşîneke bombebarkirî ya çeteyan jî hat îmhakirin.
Di encama vî şerê dijwar de, çeteyên derbên giran xwarin ji neçarî xwe vekişandin.