HPG û YBŞ-YJŞ'ê 51 Êzidî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin
Gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ'ê 51 Kurdên Êzidî ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ'ê 51 Kurdên Êzidî ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Gerîlayên HPG û hêzên YBŞ-YJŞ'ê di çarçooveya pêngava 'Tolhildana Şehîdên Şîlo' de li gundê medîbanê 51 Kurdên Êzidî ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kirin.
10 jê jin, 41 zarok 51 Kurdên Êzidî yên di dema 3'ê Tebaxa 2014'an de bi dagirkirina Şengalê re dîl ketin destê DAIŞ'ê, azad bûn û li Meclîsa Jinên Êzidî ya li çiyayê Şengalê xwe gihandin xizmên xwe.
Jin û zarokên esîr, li ser navê Kordînasyona Êzidiyan a Şengalê ji aliyê Zekî Şengalî ve hat pêşwazîkirin. Şengalî di dema pêşwazîkirinê de axivî û got, "Em îro bi dîtina we kêfxweş bûn, lê di heman demê de me 3 ewladên leheng ên vê xakê spartin axê. Ev asta ku em gihaştine, ji aliyê wan ve hatiye afirandin. Heta em bijîn, em ê li ser şopa wan bin. Şehîdên me rûmeta me ne. Ew ji bo armancên mezin têkoşiyan û şehîd ketin. Em ê her tim li ser şopa wan bin."
'EM Ê BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎN'
Şengalî da xuyakirin, ku gerîla û şervanên jiyana xwe ji dest dane, di oxira dozeke pîroz a ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî ji nava wehşeta DAIŞ'ê şer kirine û got, "Em bi saya wan li vir in, bi hev re ne û kêfxweş in. Em ê ji niha û pê ve li ser axa xwe, bi bawerî û nirxên xwe yên neteweyî re bi ehv re bi awayekî azad bijîn. Ji bo vê jî yekîtî, rêxistinbûyîn û parastin şert e. Li vê xakê, dayik wê li ser vê esasê zarokên xwe mezin bikin."
Şengalê diyar kir, rizgarkirina esîran tevî têkoşîna gerîlayên HPG'ê bi têkoşîna hêzên YBŞ-YJŞ, keda mezin a Meclîsa Avaker a Êzidiyan li Şengalê, Meclîsa Jinên Êzidî û TEV-DA'yê hat kirin. Şengalî destnîşan kir, ji niha û pê ve jî ji bo mirovên di destê DAIŞ'ê de esîr in û tevahiya civaka Êzidî çi ji destê wan bê ew ê bikin.
'EM Ê HEMÛ ESÎRAN RIZGAR BIKIN'
Ji Meclîsa Êzidiyan Herbo Salih li vê kombûnê axivî û got, "Dayikên min, xwişkên min, zarokên me, hûn hemû bi xêr hatine. Hûn li ser seran û çavan hatine. Em kêfxweş in bi dîtina we. Îro 3 şehîdên me hebûn. Em vê kêfxweşiya xwe deyndarê wan û YBŞ'ê ne."
Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr jî di dema pêşwazîkirinê de axivî û got, "Bi dîtina we em gelekî kêfxweş in. Ji aliyekî din ve jî ji ber şehadeta hevrêyên xwe em gelekî xemgîn in û dêşin. Em 51 mirovên xwe bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Em ê hemû mirovên xwe yên di destê DAIŞ'ê de ne, rizgar bikin. Em ê xaka xwe ya hatiye dagirkirin azad bikin."
Ji Meclîsa Jinê Neam Îlyas jî bang li hemû Êzidiyan kir ku xwedî li xaka xwe derkeve û got, "Li welatekî din li xêrê negerin. YBŞ heye, YJŞ heye, meclîsên me hene. Em ê tola xwe bi destê xwe hilînin. Bi xwîna şehîdên me re ev derfet hatina firandin. Em ê bi berxwedanê re bi ser kevin."
Serokê TEV-DA'yê Omer Salih jî destnîşan kir, ku ji bo avakirina jiyaneke azad bi nirx û baweriya civaka Êzidî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.