Rapora têkîldarî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Silopiyayê

ÎHD, TÎHV, MHD û Baroya Amedê têkîldarî êrîşên qirker ên li Silopiyayê raporek amade kirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku hêzên dewletê gelek kes bi zanebûn qetil kirine, bang li saziyên navneteweyî hatin kirin.

ÎHD, TÎHV, MHD û Baroya Amedê têkîldarî êrîşên qirker ên li Silopiyayê raporek amade kirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku hêzên dewletê gelek kes bi zanebûn qetil kirine, bang li saziyên navneteweyî hatin kirin. Heyeta rapor amadekirî xwest careke din li maseya muzakereyê veger çêbibe. Ji bo amadekirina raporê, bi malbatên kesên hatine qetilkirin re hevdîtin pêk hatin.

29 KES HATIN QETILKIRIN

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê têkîldarî êrîşên qirker ên çeteyên AKP’ê di navbera 14’ê Kanûna 2015’an û 19’ê Çileya 2016’an di bin navê ‘qedexeya kolanan’ de pêk anîne, raporek hat amadekirin.

Di destpêka rapora ji aliyê ÎHD, TÎHV, MHD û Baroya Amedê hat amadekirin de agahî hat dayîn ku Qeymeqamtiya Silopiya û Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê daxwaza randewûya wan red kirine.

Di rapora ku daneyên têkîldarî binpêkirina mafên jiyanê tên parvekirin de hat destnîşankirin ku herî kêm 29 kes hatine qetilkirin.

Her wiha di raporê de serlêdanên kesên ji ber êşkenceyê serî li Şaxa Şirnexê ya ÎHD’ê dane û daneyên ku şaxê jî tespît kirine hene. Hat diyarkirin ku bi sedema êşkenceyê 43 kesan serî li ÎHD’ê dane.

STRANA ‘TIRKIYEM’ BI GEL DAN GUHDARKIRIN

Heyetê di raporê de îfade kir ku dema ziyareta navçeyê de ji aliyê hêzên dewletê hatine sekinandin û bi astengiyan re rû bi rû mane, wiha dewam kir: “Heman prosedur dema vegerê jî pêk hatin. Dema vegerê ji aliyê Silopiyayê di têketina Cizîrê de rêzên dûr û dirêj ên wesayîtan hatin dîtin û ji TOMA’ya li ber rawestiyaye jî strana ‘Olurum Tirkiyem’ bi gel dihate guhdarkirin.”

BI MALBATAN RE HEVDÎTIN PÊK HATIN

Heyetê bi malbatên kesên hatin qetilkirin re jî hevdîtin pêk anîn. Malbatan vegotin ku xizmên wan ji aliyê dewletê bi hedefgirtinê hatine qetilkirin; êşkence bi cenazeyan kirine; mal hatine bêkêrkirin; hatiye ferzkirin ku cenaze bi tevlîbûnên kêm bên definkirin.

ENCAM Û PÊŞNIYAR

Di beşa dawiya raporê de jî ev encam û pêşniyaran cih girtin:

“1. Heyeta me bangê dike ku ev pêkanînê qedexeya kolanan a ku derveyî mevzûata netewî û navneteweyî hatiye îlankirin, ji kontrola Meclîs û hiqûqê dûr, girseyek mezin bandor dike, demildest bê rakirin.

2.Şerên li Silopiyayê ku dema qedexeya kolanan dihat jiyîn, heyeta me di vê qeneatê de ye ku li derveyî pîvanên Hevpeymana Cinevê ye, bang li aliyên şer dikin,taybet Tirkiyeyê dikin ku li gor hevpeymana Cinevê û xala sêyemîn a hevpar tevbigerin.

3. Heyeta me êrîşên ku sivîla dike hedef û di serî de mafê jiyanê û qedexeya êşkenceyê binpê dike şermezar dike. Her cure êrîşên li ser sivîlan wek sûcê şer qebûl dike û ji bo tevahî aliyên bûyeran derkeve holê jî lêpirsînek bandor daxwaz dike.

4. Taybet divê têkîldarî îdîayên înfazên bê daran, delîlên cihê bûyerê lêkolîn bê kirin û bên komkirin, qeydên mobeseyên li Silopiyayê, kamerayên ewlehiyê û qeydên kamerayên di operasyonên bi wesayîtên zirxî, qeydên GPRS, bêtêl û beyanên şahidên bûyerê demildest bê komkirin û lêpirsîn demildest bê biencemkirin.

5. Her wiha, em bi bîr dixin ku ji aliyê dozgerên Komarê têkîldarî Înfazên Bêdaraz ên Îllegal, otopsiyên li gor Protokola Otopsî ya BM kirin wezîfeyek çavkaniya xwe ji hiqûqa navneteweyî digire ye.

6.Têkîldarî îdîayên êşkence û qedexeya mûameleya ne baş; divê beyanên bi detay ên maxdûran bên girtin; qeydên kamera yên li cihê binçavkirinê û raporên nexweşxaneyê yên maxdûran demildest bên komkirin; mexdûr sewqî Saziya Tiba Edlî bên kirin û der heqê berpirsan de lêpirsînek bi bandor û bê alî bê meşandin.

7.Heyeta me ji bo li Silopiyaya ku qedexeyên kolanan lê tê îlankirin bang li saziyên neteweyî û navneteweyî dike ku ji bo çavdêrî û amadekirina raporan heyetan ava bikin. Her wiha, li gor Danezana Parastina Parazvanên Mafên Mirovan a NY, divê hikûmet ji bo heyetên serbixwe û derveyî hikumetê karibin xebatên pêwîst lê bimeşînin, divê atmosferek pêwîst ava bike.

8. Heyeta me bi armanca tespîtkirina binpêkirina mafên li Silopiyayê yên dema qedexeyên kolanan, ji bo di cih de lêkolînan bike Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM dawetî Silopiyayê dike.

9. Divê qadên şer ji saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî re bên vekirin, sansura ser çapemeniyê, astengiyên li pêş azadiya ragihandin û xwe gihandina nûçeyan bên rakirin.

10. Pêwîst e zerarên madî û manewî yên gihiştine welatiyan demildest bên çareserkirin.

11. Heyeta me hikûmetê vedixwîne ku biryara xwe ya qadên rîska karesatê ya ji bo taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Şehîd Harûn Boy, Nûn, Yenîşehîr û Yeşîltepe yên navçeya Silopiyayê rake û bang li sazî û parazvanên mafan ên têkîldar dike ku ji bo betalkirina vê biryarê bikevin nav hewldanan.

12. Em diyar dikin ku têkîldarî mijara zelalkirina berpirsên sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafan, helwestên dozgeran fikaran ava dike, bi armanca tespîtkirina bûyeran û eşkerekirina failan em bang dikin ku di bin sîwanan NY de komîsyonek lêpirsîna serbixwe bê avakirin.

13. Ji bo Silopiyayê ku binpêkirina mafên pir giran pêk hatin, divê navendên rehabîlîtasyon û piştgiriya travma bên vekirin, bi taybet ji bo zarokan desteka psîkolojîk bê dayîn.

14. Heyeta me bi giştî balê dikşîne ser binpêkirina mafan ên bi pêvajoya şer re zêde bûne.; kaneata me ew e ku şeran bi welatiyan êşên mezin dane jiyîn, ji ber vê bang li hikûmetê dikin ku demildest dest ji polîtîkayên xwe yên ewlekariyê berde û her du aliyan dawet dike ku ji nû ve rewşa şerî ji holê rakin û vegerin maseya muzakereyê.”