TUHAD-FED'ê, ji bo çalakiyên bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo 4 Nîsanê bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan, divê her kes biherike gundê Amara."
Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), têkildarî çalakiyên 4'ê Nîsanê yên bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin, civîneke çapemeniyê pêk anî. Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz li civînê axivî û diyar kir, 67. rojbûna Ocalan wê li navçeya Riha Xelfetiyê û li gundê Amarayê bê pîrozkirin. Temîzyuz da xuyakirin, ku pîrozbahî wê di 3'ê Nîsanê de destpê bike.
WÊ QASÎ TEMENÊ OCALAN, HUNERMED TEVLÎ ŞAHIYÊ BIBIN
Di daxuyaniyê de Temîzyuz diyar kir, ew ê îsal jî wek 13 salên bihurî rojbûna Ocalan pîroz bikin û got: "Wê di 3'ê Nîsanê de gel li Xelfetiyê li hev bicive û di 4'ê Nîsanê de jî biçe gundê Amarayê mala ku Ocalan lê ji dayîk bûye. Di heman demê de, wê di pîrozbahiyê de bi qasî temenê Ocalan, 67 hunermend tevlî şahiyê bibin. Piştî pîrozbahiyê wê şehîdên Amarayê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag li cihê ku hatin qetilkirin bên bibîranîn. "
DIVÊ DI 4'Ê NÎSANÊ DE PÊVAJOYEK NÛ BÊ DESTPÊKIRIN
Temîzyuz anî ziman ku AKP'ê di pîrozbahî û çalakiya rojbûna Ocalan a sala çûyî de pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Ocalan ve hatî destpêkirin bi dawî kir û li şûna wê pêvajoya îmha û tinekirina gelê Kurd xist meriyetê. Temîzyuz destnîşan kir ku ew wek TUHAD-FED'ê bang li rayedarên dewletê dikin ku di 4'ê Nîsanê de pêvajoyek nû bidin destpêkirin.
PÊWÎSTE GELÊ KURD LI XELFETIYÊ BIBIN YEK
Temîzyuz her wiha da xuyaklirin, ku di nava 2 salên pêvajoyê de bi awayekî eşkere xuya bûye, bêyî azadiya fîzîkî ya Ocalan Pêvajo nameşe û got, "Divê di 4'ê Nîsanê de ji her çar parçeyan gelê Kurd bi taybet jî jin û ciwan kom bibin û ji bo azadiya Ocalan bibin yek. Ji bo ku em pêvajoya qirkirinê ya AKP'ê binpê bikin û aştiyek mayînde pêk bînin, li Amarayê mil bidin hevdu. Divê di 4'ê Nîsanê de em bi ruhê Newrozê yê berxwedêr ber bi Amarayê ve biherikin."