Şaredariya Sûrê dest bi çandina tovên sebzeyan kir

Di çarçoveya xebatên ji bo bihêzkirina aboriya herêmî de şaredariya Sûrê ya Amedê dest bi çandina tovên sebzeyan kir.

Di çarçoveya xebatên ji bo bihêzkirina aboriya herêmî de şaredariya Sûrê ya Amedê dest bi çandina tovên sebzeyan kir. Ev xebata şaredariya bi pêşengiya beşên aboriya herêmî û parastina hawîrdorê bi alîkariya kedkarên jin ên şaredariya Sûrê hate destpêkirin. 

Wekîla hevşaredarên Sûrê Azize Deger Kûtlû, alîkara hevşaredaran Naşide Bûlûttekîn û gelek xebatkarên şaredariyê jî tevlî vê xebatê bûn. Bi kedkaran re dest bi çandina tovên sebzeyên wekî firingî, îsot, bacanên reş, Kundir, sebeş, Petêx û Bamya kirin. 

Der barê vê xebatê de şefê beşa aboriya herêmî Veysel Moray nêrînên xwe wiha anînin ziman: "Ji bo bihêzkirina çandiya herêmî, li bajar bi giştî teşwîqkirina karên çandiniyê û derxistina pêş a çandiniyê me bi coşa Newrozê weke destpêk me dest bi xebata çandina tovên sebzeyan kir."

Hêjayî gotinê ye beriya bi demekê dest bi xebatên belavkirina şitlên daran jî hatibû kirin û di wê çarçoveyê de wê 14 hezar şitlên daran li gundên navçeya Sûrê werin belavkirin....