YPS: Li dijî çeteyên Qesrê berxwedaneke berfireh tê meşandin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku li hember êrîşên çeteyên Qesrê şerê berxwedanek berfireh tê meşandin. Di çalakiyan û şer de gelek çeteyên Qesrê hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) diyar kir ku li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û artêşa wê li hember gelê li Kurdistanê dimeşîne şerê berxwedanek berfireh tê meşandin.

YPS’ê têkîldarî çalakî û şerên li Geverê ev agahî dan:

“21’ê Adarê li hember endamên JOH’ê yên hewl dan li zîviroka girtîgeha kevin a têketina Taxa Cûmhûriyetê bikevin avahiyekê bûn hedefa çalakiya yekîneyên me yên berxwedanê. Li vir yek payebilind, 2 endamên JOH’ê hatin kuştin. Li heman cihî, 2 pêgerên keşfê yên Drone jî ji aliyê yekîneyên me hatin xistin.

21’ç Adarê li ser rêya Şemzînanê li aliyê Taxa Cûmhûriyetê 3 sekvanên çeteyên Qesrê li avahiyekê bi cih bibûn û li ber avahiyê 2 wesayîtên zirxî hatibûn rawestandin. Yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS’ê di encama çalakiya sabotajê ya li hember vî mekanî avahî hilweşiya, bi her du wesayîtên zirxî re her 3 sekvanên dijmin di bin xirbeyan de man. Windahiyên dijmin ên li vir nehatin zelalkirin.

Detayên kuştina 16 endamên JOH’ê yên di çarçoveya agahiyên herêmî ku di daxuyaniya duh de hatibû ragihandin wiha ne;
22’ê Adarê dema kepçeyek bi wesayîteke zirxî hewl da ber bi avahiya sêgoşe ya li Taxa Cûmhûriyetê pêş de biçe, yekîneyên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de kepçe û wesayîta zirxî hatin îmhakirin. Di heman demê de bi hedefgirtina endamên JOH’ê yên tevlî operasyonê bibûn jî şer qewimî. Piştî şerê nêzî 3 saetan, li gor bi çavan hate dîtin 16 endamên JOH’ê mirin, 6 jî birîndar bûn. Hêzên dijmin ên birîndarên xwe girtin û vekişiyan, piştre ji bo wergirtina kepçe û wesayîta zirxî jî wesayîtek zirxî din û kepçeyek din şandin. Piştî wesayîtên hatin enqazan bigirin jî bûn hedefa yekîneyên me, ev wesayîtan jî derbe xwarin û di cih de sekinîn. Ji ber bomberdûmanên li ser taxê, çûyina ser cenazeyan ne mimkûn e, hate dîtin k udi encama bomberdûmanan de cenazeyên dijmin tehrîp bûne.

22’ê Adarê komek endamên POH’ê li derdora fabrîkaya şekir a Kûtlarê hewl dan bikevin Taxa Cûmhûriyetê bûn hedefa Yekîneyên me yên berxwedanê. Di encama vê çalakiyê de bi zelalî 1 endamê POH’ê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Heta niha jî li ser taxên Cûmhûriyet, Gungor, Orman, Kişla û Dizê bomberdûmanên dijwar tên kirin.”

LI ŞIRNEXÊ NÊZÎ 100 MAL HATIN HILWEŞANDIN

Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: “Ji ber navenda bajarê Şirnexê dane ber çekên giran, di rewşa heyî de nêzî 100 mal hatine hilweşandin. Her wiha tank, avahiyên gelemperî jî bi topbaranê xera dikin.”