Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm di pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê axivî û diyar kir, danûstandinên li Cenevreyê pirsgirêkê girantir dikin, lê meclîsa wan çareseriyê pêşniyar dike.
Agirê Newrozê yê bi şiyara 'Bi Rojava ya Azad re ber bi Sûriyeya Federal a Demokratîk' li ser Girê Miştenûrê yê Kobanê hat pêxisitn, bi coşeke mezin tê gurkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Koroya Zarokan a Arîn Mîrkna derket ser dikê. Bernameya pîrozbahiyê piştre Koma Gulava ya ji astengdaran pêk tê û koma govendê ya zarokan derketin ser dikê û reng dan pîrozbahiyê.
Pîrozbahiyê bi axaftina Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm dewam kir.
Selûm di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li tevahiya gelên Rojava pîroz kir û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.
Selûm di berdewamiya axaftina xwe de hêzên parastinê jî silav kirin û got: "Ez hêzên me yên YPG/YPJ’ê, Asayîş û QSD’ê yên qehreman silav dikim û bejna xwe li hember berxwedana wan ditewînim Ez vê Cennê li birayên me yên kurd yên li tevahiya cîhanê pîroz dikim."
Selûm got: "Ez îro li bajarê Umer El-Muxtar yê ku mala xwe vekir û şoreşgerên azadiyê pêşwazî kirin. Ez îro li Kobana berxwedêr û leheng im. Li Kobana ku çîrûska azadiyê lê pêket. Ez îro li bajarê Têkoşer Osman Dadalî yê ku di bin îşkenceya rejîmê de jiyana xwe ji dest daye me. Ez îro li bajarê Arîn Mîrakan a ku fikrê hêzên tarî hejand im. Ez mêvanê we yên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Asûrî me. Ez niha li ser navê Federaliyê li vir im. Ez hatim ku hemû malbatên şehîdan ku zarokên xwe ji bo azadiya Rojava û Sûriyê Federaliya Demokratîk dane, silav bikim."
Selûm diyar kir, danûstandinên li Cenevreyê pirsgirêkê girantir dikin, lê meclîsa wan çareseriyê pêşniyar dike.
Piştre demeke dirêj gel dirûşma 'Bijî Serok Apo' û 'Newroza Serok Apo pîroz be' qîriya.
Dûre Hevserokê Konseya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim axivî û hemû berxwedêrên bûne wesîle ji bo pîrozkirina Newrozê li Kobanê, bibîr anî.
Li dû axaftina Msulim, hunermend û ekîba şano ya TEV-ÇAND'ê derket ser dikê. Di pîrozbahiyê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.