Baydemîr ê dewletê qetil kir hate oxirkirin

Cenazeyê Bûrhan Baydemîr ê li Hezexê di encama êrîşên qirkirinê yên hêzên çekdar ên rejîmê de hate qetilkirin, li Cizîrê ber bi bê dawîtiyê hate oxirkirin.

Cenazeyê Bûrhan Baydemîr ê li Hezexê di encama êrîşên qirkirinê yên hêzên çekdar ên rejîmê de hate qetilkirin, li Cizîrê ber bi bê dawîtiyê hate oxirkirin. Cenazeyê Baydemîr yê bi mînakên xwînê yê malbatê dayî ve piştî rojan hat teşxîskirin, birin Cizîrê û li Goristana Asrî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîma cenaze ya ji aliyê hêzên rejîmê hat dorpêçkirin de her du zarokên Baydemîr jî amade bûn.

Di merasîma girseyî de parlamenterên HDP, Hevşaredarên Cizîrê, rêveberên DBP û HDP’ê jî amade bûn. Lorikên meta Baydemîr kêliyên hestiyar dan jiyîn.