Di Newroza dîrokî de ji ciwanan, jinan, girtiyan û malbatan peyam
Li Newroza dîrokî ya Amedê bi peyemên ciwanan, jinan, malbat û girtiyan berdewam dike.
Li Newroza dîrokî ya Amedê bi peyemên ciwanan, jinan, malbat û girtiyan berdewam dike.
Di bernameyê de li ser navê DEM-GENÇ’ê peyam hat xwendin û wiha hat gotin: “Xwîna şehîdên ku li Sûrê ev sed roj in li ber xwe didin, li erdê namîne” û wiha got: “Newroz nişaneya jiyana azad e. Nîşaneya hêrs û berxwedanê ye. Hikûmeta AKP’ê li dijî Kurdan her roja ku diçe êrîşên qirkirinê mezintir dike. Li hember vê ciwanên Kurd li Sûr, Cizîr, Gever bi berxwedaneke bê hempa bersiv didin. Ji dîrokê heta vê gavê Kurdên ku li ber xwe didin, wê berxwedana xwerêveberiyê mezin bikin, wê van rojan jî serbixin. Gelê Kurd li hember êrîşan erka xweparastinê, îradeya azadiya Kurdistan û jiyana azad derxistiye holê. Gelê me weke di dîrokê de li dijî zilmê têkoşîn meşandiye wê têkoşîna xwe berdewam bike. Kurdistan û Rêber Apo wê azad bikin.”
TUNCEL: TECRÎD WÊ HILWEŞE, KURDISTAN JÎ WÊ AZAD BIBE
Li ser navê TJK’ê Tuncel bal kişand li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî. "Ev Newroz rojeke ji rêzê nîne. Em ê niha vê berxwedana bigihînin 1'ê Gulanê. Em ê bigihînin qadên azadiyê. Di 2013'an de peyama Rêber Apo hate xwendin. AKP ji bo aştî pêk were tiştek nekir. Wekî Dehaqekî dixwaze li ser mirinên Kurdan bibe desthilat. Lê, li dijî desthilatdariyê bi hezaran kesên li ber xwe didin hene. AKP bi girankirina tecrîdê ve dixwaze pêvajoya çareseriyê pûç bike. Lê, bila bizanibin ku azadî nêzîk e. Em ê bi rêxistinbûnê avakirina komara demokratîk ve gulê Kurdistanê azad bikin. Ev tecrîd wê bê xirakirin, Kurdîstan bê azadkirin.
GIRTIYAN BERXEDAN SILAV KIRIN
Girtiyê siyasî jî di peyama xwe de Berxwadana Xwereveberiyê silav kirin. Di peyamê de wiha hat gotin; “Berxedana jinên Kurd Rahşan, Ronahî, Sema, Sevê, Pakîze û Fatmayan ji me re bûn pêşeng. Em berxwedana gelê Kurd silav dikin.”
JI MALBATAN JI BO CENAZEYAN BANGA PIŞTGIRIYÊ
Malbatên kesên ku li Sûrê li ber xwe dayîn û ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin di bernameyê de peyam xwedin. Di peyamê de wiha anîn ziman:
"Ev nêzî 5 mehan e operasyon û êrîşên li hemberî bajarê me yî qedîm Amed, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Şirnex û li hemû Kurdistanê hê jî didomin. Îro li Sûrê dorpêçkirinekê nêzî 110 rojan hîn jî didome. Şerekî ku em navê wê nizanin tê kirin. Gel ji qadên xwe yî jiyanê hatiye dûrxistin, ji warê xwe hatiye koçberkirin. Wek salên 90'î, wek şewitandin û rûxandina gundan, mirov hatin qetilkirin. Îro dixwazin heman tiştî bikin. Navçe tên valakirin, mal tên rûxandin. Ev şerê qirêj û bê pîvan, li Cizîrê di jêzêrzemînên wehşetê de qetilkirina mirovan ji aliyê hin kesên berjewendîparêz ve tenê hat temaşekirin. Ewropa, NY, DMME tenê temaşe kirin. Baş bizanibin hûn jî berpirsiyarê qetilkirina bi dehan kesên li vê xakê ne.
'CENAZEYÊN ZAROKÊN ME LIBER SERÊ ME NE, LÊ EM NIKARIN WAN WERGIRIN'
Em wek malbatên kesên li Sûrê hatin qetilkirin û nêzî 3 meha ye cenazê wan hîn jî li Sûrê ne gelek caran ji bo wergirtina cenazeyên xwe me hewl da, lê mixabin me ti encam wernegirt. Em 20 rojî ketin greva birçîbûnê, hê jî çalakiya me yî rûniştinê didome. Em mexdûriyetek ku di ti olî de cihê wê tune ye dijîn. Cenazeyên zarokên me li ber serê me ne, sed metre dûrî me ne. Hew maye bêhna wan cendekan bê me. Ji bo em cenazeyên zarokên xwe wergirin bila her kes alîkariya me bike."